Li Hesekê pêşangeha çand û folklore pêkhateyan

Li Hesekê pêşangeha cil û berg û amûrên folklorî yên pêkhateyên herêmê hate vekirin. Her wiha şanoyeke li ser“Şeva Hineyê” hate pêşkêşkirin.

11 cotmeh, 2020   13:23
HESEKÊ

Bi dirûşma “Çand giyan û wijdanê bîra gelan e û qêrîna wê ya ji bo çaranûsa xwe ye”, Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê pêşangeha  cil û bergan û amûrên folklorî û hunerî yên pêkhateyên herêmê vekir.

Berpirsên pêşangehê diyar kirin ku armanca pêşangehê, parastina çanda pêkhateyên herêmê, vejandina çanda pêşiyan e. Her wiha ji bo bîranîna salvegera yekemîn a şehadeta sekreterê giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û şemerzakirina salvegera 23`yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e.

Pêşangeh li meclisa bajarokê Sefiye hate vekirin. Bi dehan endamên navend û saziyên sivîl ên bajêr tev lê bûn. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a meclisa Sefiye Abdullatîf El-Zewba û endama rêveber a Komîteya Çand û Hûnerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî axivîn.

Axaftvanan berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgehên dewleta Tirk de û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneiyên Parastina Jin silav kirin. Her wiha destnîşan kirin ku meha Cotmehê ji bo tevahiya gelên herêmê meheke reş e û bi taybet roja salvegera yekemîn a şehadeta sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê.

Axaftivanan diyar kir ku bi saya şehîdên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re di bin banê Rêveberiya Xweser de dijîn û gihaştine vê astê û bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi hev re li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dan û li ber xwe didin.

Axaftvanan di dawiyê de da zanîn ku kesek nikar berxwedana gelan bişkîne û divê gelên herêmê bi rêya yekitiyê çanda xwe biparêzin û komployên dijmin ên kirêt têk bibin û tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bidawî bikin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, helbestvan Ferhad Merdê helbestên neteweyî ku girêdana pêkhateyên herêmê bi axa welêt piştrast dikin vegot. Piştre pêşangeh ji hêla dayîka şehîd Hisên Fatme Ebdî ve hate vekirin.

Di dawiya pêşangehê de jinên ciwan şanoyek girêdayî “Şeva Hineyê” ya girêdayî çanda pêkhateyên herêmê pêşkêş kir û zaroka bi navê Sara Silêman stranek li ser şehîdan got.

(şx)

ANHA