Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"

Di bin dirûşma "Dem dema azadiyê ye, ne qirkirina çandî ye û bi hev re emê çanda xwe zindî bikin" Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê pêşengeheke hunerî organîze kir.

Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"
Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"
Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"
Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"
Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"
Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"
Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"
Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"
Li Til Hemîsê pêşengeha bi dirûşmeya"Dem dema azadiyê ye, na ji qirkirina çandî re"
11 cotmeh, 2020   12:42
QAMIŞLO

Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê pêşengeheke hunerî û karên bi destan, bi beşdariya şêwekarên Til Hemîs û Til Birakê organîze kir. Her wiha di pêşengehê de, şano jî hatin pêşandan.

Destpêkê Koma Şehîd Bêrîtan Çiya ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê, şanoyek têkildarî êşkenceya azadîxwazan di zindanan de wekî rêber Abdullah Ocalan, pêşkêş kir.

Her wiha koma Şehîd Cebir Qamişlo jî dîlanên gelêrî pêşkêş kirin.

Piştre,  beşdaran derbasî hola Navenda Çandê bûn û karê destan ên ku hatine çêkirin û tabloyên hunerî temaşe kirin.

Hêlîn Hacî, yek ji hunermendên beşdarî pêşengehê bûye ku ji navçeya Til Birak e, diyar kir ku ew bi du tabloyan beşdarî pêşangehê bû yek li ser vîrusa koronayê û xetera wê li ser civakê ye û ya din jî li ser xwezayê. Hêlîn Hacî piştrast kir ku bi armanca belavkirina çand û pevguhertina çandan di nav civakê de ew beşdarî pêşengehê bûye.

Şêwekara bi navê Delal Ehmed a ji navçeya Til Hemîsê ku bi gelek karên destan beşdarî pêşengehê bûye destnîşan kir ku ew bi armanca vejandina mîrasa kevnara a jinan û gihandina vî hunerî ji civakê re, beşdarî pêşengehê bûye.

Li gorî bernameyê pêşangeh heya vê êvarê dê bidome.

ANHA