Rêveberiya Xweser piştgiriya xwe bi şêniyên herêmên beravên Sûriyê re nîşan da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji şêniyên herêmên beravên Sûriyê û herêmên din ku şewat lê rû didin, nîşan da.

Rêveberiya Xweser piştgiriya xwe bi şêniyên herêmên beravên Sûriyê re nîşan da
11 cotmeh, 2020   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji beriya çenda rojan ve li daristan û erdên çandiniyê yên parêzgehên Humis, Hema, Tartûs û Lazîqiyê yên Sûriyê, şewat derketiye. Ji ber şewatê heta niha rûberên berfireh hatin şewitandin û zirarên mezin gihaştin gund û bajarokên nêzî cihên şewatê. Her wiha ji ber şewatê qurbanî û birîndar çêbûn. Hikumeta Şamê heta niha nikariye rewşê kontrol bike.

Di vê der barê de, berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê daxuyaniyek da û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî selametî xwest. Loqman destnîşan kir ku ew bi êş “keraseta” li herêmên beravên Sûriyê û herêmên din, dişopînin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hate gotin:

"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êş keraseta li beravên Sûriyê û herêmên din, dişopîne, ku ji ber şewatên li wê herêmên derketine gelek zirar li daristan, gund û bajarokan bû.

Her wiha em piştgiriya xwe bi şêniyên wan herêman re nîşan didin. Em hêvî dikin ku di demeke nêz de ev rewş bê kontrolkirin û şêniyan wan herêman ên koçber bûne vegerin malên xwe.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hemberî vê rewşê bi berpirsiyariyên xwe rabe, da ku ev keraset azarên gelê Sûriyê zêdetir neke ku ji beriya nêzî 10 salan ve di aloziyê de dijîn.

Ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re selametiyê dixwazin."