'Divê li dijî dewleta Tirk a ku huner û çanda kurdan dike hedef gelê Kurd hevgirtî be'

Hunermendan diyar kir ku armanca dewleta Tirk dûrxistina gelê Kurd ji çand, huner û qirkirina wê ye û bang li gelê Kurd kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ku Kurdan bi tevahî çînên wê hedef digire, hevgirtî bin.

'Divê li dijî dewleta Tirk a ku huner û çanda kurdan dike hedef gelê Kurd hevgirtî be'
11 cotmeh, 2020   08:14
QAMIŞLO-SOLÎN AHMÊ

Dewleta Tirk di bin navê hemleya “Kobanê” de dest bi qirkirina siyasî li dijî siyasetmedarên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kir. Di wê hemleyê de zêdetirî 90 parlamenter, hevşaredar, hunermend, rojnameger û dayikên aştiyê hatin girtin. Dewleta Tirk bi egera ku wan piştgiriya berxwedanê Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê sala 2014`an kiriye û çalakî li ser sînorên di navbera Bakur û Rojava de li Kobanê li dar xistine, dest bi vê hemleyê li dijî wan kir.

Hunermendan li herêma Cizîrê da zanîn ku hedef ji qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedar û rewşebîr, hunermend û rojnamegerên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, qirkirina çand û hunera Kurdan e.

Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîl û mûzîkjen Tariq Mîrza destnîşan kir ku gel bi çand û hunera xwe tên naskirin. Ji lew re dewleta Tirk çand û hunera Kurdan hedef digire û hewl dide Kurdan bi rêya çand, hunera wan û serweriya li ser mîras û floklora wan, qir bike. Her wiha hemleya girtina hunermend, rojnameger û siyasetmedarên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nîşaneya vê yekê ye.

Tariq Mîrza sûc û kiryarên dewleta Tirk ên li dijî hunermend, siyasetmedar û rojnamegerên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê şermezar kirin û wiha got: "Em hunermend bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe dê li dijî van sûcan bi awaz û stranên xwe yên çandî û floklorî bisekinin, heta dewleta Tirk van hemleyên xwe yên derexlaqî û dermirovî radiwestîne."

Mîrza bang li tevahî hunermendên li Kurdistanê kir ku li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker serî netewînin, çand, floklor û berxwedana Kurdan li tevahî cîhanê belav bikin.

Endama rêveber a Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Gulistan Îbrahîm destnîşan kir ku hedefa dewleta Tirk ji van sûcên suîqastkirin û binpêkirinên li dijî hunermendên Kurd qirkirina gelê Kurd  û rojnamegeran e. Da ku ew sûc û kiryarên wê ji raya giştî re eşkere nekin.

Gulistan Îbrahîm da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd ji çand û hunera wî dur bixe. Lê dive tevahî hunermend bi çanda xwe ve girêdayî bin û wiha pê de çû: "Ji erka tevahî hunermendên li Kurdistanê ye ku çand û hunera xwe belav bikin û wê ji xeteriyan biparêzin.”

Hevserokê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Ehmed Çetelî têkildarî mijarê got: "Dema li dîrokê vegerîn, em ê bibînin ku dewletên kapîtalîst û birjewazî hunermend û rewşebîr kirine hedef da ku wan ji gel dûr bixin. Ji ber ku hunermend dîrok û çanda gelan ji pişaftinê diparêze. Niha jî dewleta Tirk heman rêbazê pêk tîne. Ji ber ku baş dizane, civaka herî şareza civaka ku çand û hunera xwe ji bîr nekiriye û pê ve girêdayî maye."

Endamê Tevgera Çand û Hunerê Yasîn Hisên bal kişand ser şerê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ji tevahî aliyên leşkerî, çandî û siyasî ve dimeşîne û wiha got: "Dema tu bixwazî gelekî qir bikî, divê tu ji çand û hunera wî ve dest pê bikî. Dewleta Tirk jî niha vê yekê dike."

Yasîn bang li gelê Kurd kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî bin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk bi girtina hunermend, rewşenbîr, rojnameger û siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê re, Kurdan bi tevahî çînên wê hedef digire."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yff7LXGHY-g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>