​​​​​​​Panorama hefteyê: El-Esed xebatên "Destûr" têk dibe, Qerebax planên Tirkiyê û Îranê eşkere dikin

Serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed hemwextî ku hewldanên Rûsyayê yên serxistina "Komîteya Destûr" têk bir, behsa têkiliyên bi Îsraîlê re kir. Li aliyekî din jî ji ber cezayên Ewropayê rejîma tirk li rojhilatê Deryaya Spî pêşde vegerî. Her wiha Qerebaxê planên Tirkiyê-Îranê eşkere kirin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: El-Esed xebatên "Destûr" têk dibe, Qerebax planên Tirkiyê û Îranê eşkere dikin
11 cotmeh, 2020   01:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa axaftinên dawî yên serokê hikumeta Şamê Beşar Esed, rweşa li başûrê Sûriyê, aloziya li Lubnanê û Qerebaxê kirin.

EL-EREB: NAMEYÊN EL-ESED XEBATÊN KOMÎTEYA DESTÛRÊ TÊK DIBIN

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokê Sûriyê Beşar El-Esed ew atmosfera erênî ya daxuyaniyên şandêrê navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen diyar kiribû, têk bir, piştî ku rêzexetên sor ku nabe komîteya destûrê (makezagon) wan derbas bike, diyar kirin.

El-Eset di hevdîtineke bi Zvezda TV a Rûsyayê re got şandeya welatê wî di hevdîtinên komîteya destûrê de mijarên girêdayî aramî û ewlehiya Sûriyê gotûbêj nake.

El-Esed Tirkiye tawanbar kir ku destwerdaana xebatên komîteyê dike û got ku şandeya aliyê din ji aliyê Tirkan ve hatiye avakirin.

Serokê Sûriyê got "Tirkiye û dewletên alîgirên wê, wekî Amerîka û hevlbendên wê, guh nadin xebatên komîteya destûrê, her wiha ew dixwazin dewleta Sûriyê qels û parçe bikin." û tekez kir ku Sûriyê van rêbazan napejirîne û der barê mijarên girêdayî aramiya welat de diyalogê nake.

Ta niha dema hevdîtinên û yên komîteya destûrê nehatiye diyarkirin, şandêrê navdewletî di hevdîtineke bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergay Lavrov re got: "Heta niha demeke diyar bo civîna nû tune ye, lê em ê der barê mijarê de xebatan dewam bikin."

Rejîma Sûriyê ji destpêkê ve ne dilgerm bû der barê karên komîteya destûrê de ku aliyê hevalbendê wê Rûsyayê be hatiye pêşniyarkirin, lê rejîmê di bin bandora fişaran de tev li vê hewldanê bûye.

Çavdêr dibêjin ku helwesta Rûsyayê ji xebatên komîteyê hatiye guhertin, eger ne wiha bûya, El-Esed dernediket û behsa xetên sor nedikir.”

UKAZ: GELO ŞERÊ ROJHILATÊ DERYAYA SPÎ RAWESTIYA?

Der barê geşedan û aloziya li herêma rojhilatê Deryaya Spî de rojnameya Ukaz nivîsî: “Geşedaneke balkêş çêbû; keştiya lêgerîna gazê ya Tirkiyê duh (duşemê) ji cihê xwe yê pêşberî peravên Qibrisê bû, vekişiya û berê xwe da bakur ber bi benderên welatê xwe ve, ev geşedan diyar dike ku Erdogan ji tirsa cezayên Ewropayê xwe paşde kişandiye. Ev keştiya duyem e ku Enqere wê ji herêma rojhilatê Deryaya Spî dikşîne, piştî ku bi Yewnanistan û Qibrisê re aloziyeke  mezin rû da , hindek mabû ku ev alozî bibe veguhere pevçûnên leşkerî.”

'DERÎ LI BER HIKUMETA LUBNANÊ GIRTÎ NE'

Ji mijarên ku ji aliyê rojnameyên erebî ve hatine şopandin yek jî, mijara avakirina hikumeta Libyayê ye. Der barê mijarê de rojnameya El-Exbar nivîsî: "Derî girtî ne, wiha bi kurtasî mirov dikare behsa encamên hevdîtinên hindik ên rojên derbasbûyî der barê aloziya Lubnanê de pêk hatin, bike.

Pir diyar e ku serokê komarê Mîşel Ewl hewl dide vê rewşa bêliv bişikîne, lewma doza civînên parlemanê kir ku pêwîst e di 15’ê mehê de bêne lidarxistin, lê ew wekî ku kevirekî biavêje nava ava şêlû, her wiha ew dixwaze helwesta Fransayê nas bike ku piştî serdana serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Lubnanê wan tu helwest nîşan nedane.”

Rojnameya Ukaz jî der barê heman mijarê de nivîsî: "Cara duyem e ku serokatiya Lubnanê doza şêwirdariya parlemanê dike da ku navekî ji serokwezîriyê destnîşan bike, lê wekî her carê lihevhatin çênabe, lewma niha her kes sedemên vê yekê dipirse.”

'QEREBAX ÇAVNEBARIYÊN TIRKIYÊ Û ÎRANÊ EŞKERE DIKE`

Girêdayî şerê li Qerebaxê jî, rojnameya Ukaz wiha nivîsî: “Şerê Azerbêcan-Ermenistanê xewnên “serok û murşid” ên xîlafet û serokatiya cîhana îslamî, tune kirin. Êdî “xelîfeya mislimanan” Recep Tayyîp Erdogan bû mayînek di destê Şîeyên Azerbêcanê de û alîgirê wan ê di şerê li dijî Ermenistanê de.”

Li ser helwesta Îranê ku piştgiriya Ermenistanê li dijî Azerbêcana “Şîî” dike, gelek pirs derdikevin holê. Komara “Ayatullah” ku xwe wekî seroka cîhana îslamî bi nav dike, çawa dikare şer li dijî dewleteke misliman ragihîne û ji bo berjewendiyan dev ji rêgezên mezheba xwe berde?”

Rojnameya El-Ereb jî girêdayî mijarê wiha got: “Tirkiyê di serdema serokkomar Erdogan de di aloziyeke aborî ya tûj de dijî. Welatê endamê NATO`yê ji aliyê aborî ve di rewşeke zehemet de ye. Lê tevî vê yekê jî her ku dereft çêbû xwediyên biryarê li Enqerayê tev li şerekî nû dibin.”