Suryanên Tirbespiyê şehîd bi bîranîn

Partiya Yekitiya Suryan û Meclisa Leşkerî ya Suryanî, şehîdên Suryan ên (Beth Nehreyên) bi bîr anîn.

Suryanên Tirbespiyê şehîd bi bîranîn
Suryanên Tirbespiyê şehîd bi bîranîn
Suryanên Tirbespiyê şehîd bi bîranîn
Suryanên Tirbespiyê şehîd bi bîranîn
Suryanên Tirbespiyê şehîd bi bîranîn
10 cotmeh, 2020   18:51
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Suryan û Meclisa Leşkerî ya Suryan bi boneya Roja Şehîdên Suryan, merasîmek li buroya Partiya Yektiya Suryan a navçeya Tirbespiyê li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre berpirsê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Ezîz û endamê serokatiya Meclisa Neteweyî ya Beth Nehreyên Îşo Gewriyê axivîn.

Di axaftinan de gotin ku Meclisa Leşkerî ya Suryan ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şerê li dijî çeteyan û dagirkeriya Tirk hate avakirin.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate rizgarkirina herêmê hate dayîn.

Di dawiyê de senvîzyoneke li ser berxwedana Meclisa Leşkerî ya Suryanî û wêneyên şehîdan hate pêşandan.

ANHA