Îbrahîm Qeftan: Dewleta Tirk berpirsê qetilkirina Hevrîn Xelef û sûcên li herêmê ye

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan got:  "AKP'ê berpirsê sûcên şerê li Sûriyê û gurkirina şerê li herêmê ye."

Îbrahîm Qeftan: Dewleta Tirk berpirsê qetilkirina Hevrîn Xelef û sûcên li herêmê ye
11 cotmeh, 2020   00:16
KOBANÊ - ZANA SEYDÎ

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan li ser salvegera yekemîn a şehadeta siyasetmedara sûrî û Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ku dikeve 12’yê Cotmehê, axivî.

Qeftan destnîşan kir ku partiya wan dosyaya qatilên siyasetmedar Hevrîn Xelef serî de jî Recep Teyyîp Erdogan dişopîne.

Qeftan wiha domand: "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin di qetilkirina hevrê Hevrîn Xelef, sûcên dîtir, sûcên koçberkirina sûriyan ji bajarên wan; Serêkaniyê, Girê Spî û Erfînê de tewanbar in. Niha li wan herêman bermahiyên DAIŞ’ê yên bi piştevaniya dewleta Tirk belav bûne."

Hevrîn Xelef di 12’yê Cotmeha borî de tevî 9 sivîlan li ser rêya M4 ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye ve hatin qetilkirin. Ew sûc jî di dema êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û bi piştevaniya asîmanî ji dewleta Tirk de pêk hat.

Îbrahîm Qeftan got, dewleta Tirk hewl dide bi rêya bikaranîna çeteyên sûrî yên ku li Lîbya û Azerbaycanê şer dikin, aloziyên xwe yên hundirîn derxîne derve. Li aliyekî din jî hêzên hundirîn ên Sûriyê hewl didin aramî û ewlehiyê pêk bîne û çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin.

(fr)

ANHA