'Mexrib ji bin serweriya Tirkiyê ya li ser aboriya welêt derket'

Rojnamevanekî Mexribî diyar kir ku welatê wî bi rêya guhertina lihevkirina pevguhertina serbest rê li pêşiya berfirehbûna Tirkiyê di aliyê aboriyê de girt. Her wiha piştrast kir ku dewleta Tirk bi vê yekê pîvanên “hevsengiya ber bi hegemonî û serweriyê ve” derdikeve.

'Mexrib ji bin serweriya Tirkiyê ya li ser aboriya welêt derket'
11 cotmeh, 2020   09:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanê ji Mexribê Yûnis Dafqîr piştrast kir ku dewleta Tirk dixwaze dîroka Osmanî ya berfirehbûnê dubare bike û berjewendiyên xwe li ser hesabê berjewendiyên hevalbendên xwe pêk tîne. Tirkiyê bi vê yekê ji pîvanên “hevsengiya ber bi hegemonî û serweriyê ve” derdikve.

Dafqîr ji malpara “Sky News Erebiye” re destnîşan kir ku Mexrib lihevkirina pevguhertina serbest a bi Tirkiyê re ji nû ve di ber çavan re digire û dixwaze ku siyaseta Enqerayê ya serweriya li ser aboriya Mexribê bi bin bixe û rê li berfirehbûna wê di aliyên din de bigire.

Tê zanîn ku Mexirb piştî çend mehan ji zextê, lihevkirina pevguhertina serbest guhert û Meclisa hikumetê li bajarê Rîbatê pêncşema borî guhertina lihevkirinê ya ku aliyê Tirk bi kar aniye û sûkên Mexribê bi berhemên Tirkiyê tije kir ku di encamê de zirar bi hilberîna herêmî hat, erê kir.

Lihevkirina pevguhertina serbest a di navbera dewleta Tirk û Mexribê de sala 2006`an kete meriyetê. Li gorî hikumeta Mexribê ji ber lihevkirinê aboriya welêt salane bi qasî milyarek dolar zirarê dibîne.

(şx)