'Rêber Apo meşeleya hêvî û azadiyê ye'

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir.

'Rêber Apo meşeleya hêvî û azadiyê ye'
10 cotmeh, 2020   17:00
HELEB

Çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî rêber Abdullah Ocalan didomin.

Di vê çarçoveyê de bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji pêşiya hola civînan a taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşekê kirin. Şêniyên diruşmeyên banga azadiya Ocalan kirin û di nava kolanên sereke yên taxê de geriyan û li herêma Cîbayat a beşê rojhilatê taxê sekinî.

Li vir deqeyeke rêz hate girtin. Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso axivî  û ev tişt got: "Dewletên hegemon xwestin bi komplo û girtina rêber Abdullah OCalan fikrê rêbertî ji gel qut bikin. Lê divê her kes bizanebe ku fikirê rêbertî di mejiyê gelên Rojhilata Navîn de ye û tu kes nikare vîna wan bişkîne madem ku bi fikir û felsefeya rêber Ocalan têkdikoşin."

Endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Jînda Dilsoz jî got: "Rêber Ocalan bûye dengê her mirovekî azadîxwaz û bûye meşeleya hêvî û azadiyê ye."

Meş bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0SINYKFT0_I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>