Malbatên şehîdan: Rêber Ocalan bi vîn, felsefe û projeya xwe li ber xwe dide

Malbatên şehîd Dîlan Koçer û Şîlan Koçer diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan li hemberî tecrîda girankirî bi ısrar, vîn, berxwedan û projeya xwe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, li ber xwe dide.

Malbatên şehîdan: Rêber Ocalan bi vîn, felsefe û projeya xwe li ber xwe dide
Malbatên şehîdan: Rêber Ocalan bi vîn, felsefe û projeya xwe li ber xwe dide
Malbatên şehîdan: Rêber Ocalan bi vîn, felsefe û projeya xwe li ber xwe dide
Malbatên şehîdan: Rêber Ocalan bi vîn, felsefe û projeya xwe li ber xwe dide
Malbatên şehîdan: Rêber Ocalan bi vîn, felsefe û projeya xwe li ber xwe dide
9 cotmeh, 2020   12:40
QAMİŞLO

Îro bi hezaran şêniyên Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Fewiza Bedir (Dîlan Koçer) û şehîd Heyam Qasim (Şîlan Koçer) ku li cihên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn. Konê sersaxiyê li gundê Besta Sos ê herêma Koçeratê hatiye vedan.

Şêniyên Dêrikê û navçeyên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Asayîşê beşdarî merasima sersaxiyê bûn.

Ji fermandarên YPJ`ê Nûcan Xêrikî axivî û bi navê hêzên leşkerî soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û bidawîkirina dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Nûcan Xêrikî behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku komplo bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan têk çû ku bi wê felsefeyê îro pêkhateyên Bakur û Rojhialtê Sûriyê pêk ve dijîn.

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD`ê û Kongreya Star axaftin hatin kirin. Axaftvanan berxwedana şehîdan ku ji bo jiyana azad û bi rûmet xwe feda kirin, bi bîr anî. Her wiha daxuyandin ku gelê Kurd bi girêdana bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, komplo pûç kir.

Bi navê malbata şehîd Dîlan Koçer, Hesen Koçer wiha axivî: “Şehîd Dîlan Koçer bi vîn û îradeyeke mezin cihê xwe di hemû hemle û eniyên şer de girt û gihaşt asta şehadete. Êrişên li ser gelê Kurd berdewam in, êrişa yekemîn jî di 9`ê Cotmeha 1998`an de li dijî rêber Abdullah Ocalan bû.”

Koçer destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi vîn, îsrar, felsefe û projeya xwe ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, li dijî tecrîda girankirî li ber xwe dide û wiha domand: “Ev bi saya felsefeya rêber Ocalan gihaştin vê qonaxa dîrokî.”

Koçer her wiha daxuyand ku dijmin bi hemû rêbazan êriş dike, lê belê nagihêje armancên xwe, ji lewra bi şerê taybet û şerê derûnî hewl dide vîna gelê me bişikîne. Koçer got: “Gelê me hişyar e, destkeftiyên xwe diparêze û li ser fikr û felsefeya rêbertî û şehîdan dimeşe.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

(cx)

ANHA