Dozgeriya dewleta Tirk ji bo rojnamevanên ku li Wanê hatibûn destgîrkirin, daxwaza girtinê kir 

Rojnamevanên ku li Wanê belgeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê derxistibûn holê,  bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dozgeriya dewleta Tirk ji bo rojnamevanên ku li Wanê hatibûn destgîrkirin, daxwaza girtinê kir 
9 cotmeh, 2020   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihên Ajansa Mezopotamya (MA) yên buroya Wanê ya Bakurê Kurdistanê Adnan Bîlen û Cemîl Ugur ku belgeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkopterê derxistibûn holê, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala û belavkarên rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem û Fehîm Çetîner ku di 6’ê Cotmehê de hatibûn destgîrkirin, lêpirsîna wan a li dozger bi dawî bû.

Rojnameger di lêpirsîna dozgeriyê de bi “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dozgerê Tirk ê ku lêpirsîna rojnamegeran bi rê ve dibe, di heman demê de dozgerê lêpirsîna Osman Şîban û Servet Tûrgût e ku di 11'ê Îlonê de leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji helîkopterê avêtibûn.