107 çeteyên ji Sûriyê li Azerbêcanê hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku hejmara çeteyên Sûriyê yên di şerê Qerebaxê de hatine kuştin, gihaştiye 107`an. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk amadekariyên veguhastina zêdetirî 400 çeteyên din ber bi Azerbêcanê ve dike.

107 çeteyên ji Sûriyê li Azerbêcanê hatin kuştin
9 cotmeh, 2020   09:01
NAVNEDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hejmara çeteyên ku di xetên pêşîn ên şerê Azerbêcan û Ermenistanê de hatine kuştin, gihaşt 107`an. Di 48 saetên dawîn de zêdetirî 26 çete hatin kuştin.

SOHR`ê her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk dê beşeke din ji çeteyên Sûriyê bişîne Azerbêcanê û wiha ragihand: “Hikumeta Tirk amadekariyan dike ku di rojên pêş de, zêdetirî 400 çeteyên girêdayî xwe bişîne Azerbêcanê.”

Li gorî SOHR`ê, piştî veguhastina 250 çeteyî di hefteya borî de, hejmara çeteyên Sûriyê ku heta niha ji bo Azerbêcanê hatine şandin, gihaşt hezar û 450`î.

(cx)