Terry Burcard: Divê artêşa me amade be, hinek alî Fransayê provoke dikin

Fermandarê fransî Terry Burcard got “Divê artêşa Fransayê ji şerên dijwar re amade be, hinek alî Fransayê provoke dikin û asta xetereyê bilind dikin.”

Terry Burcard: Divê artêşa me amade be, hinek alî Fransayê provoke dikin
9 cotmeh, 2020   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê hêzên bejahî yê Fransayê Terry Burcard di hevpeyvînekê de bi rojnameya Le Figaro re piştrast kir ku li cîhanê hevsengiyên nû çêdidin, xetere dê li dijî Fransayê hebin, lê hinek “lîstikvan Fransayê provoke dikin û asta xetereyê bilind dikin.”

Burcard destnîşan kir ku divê artêşa Fransayê nekeve bin bandora zextan û artêşeke xurt û nimûneyî ava bike.

Ev daxuyaniyên Burcard piştî gurkirina dawîn di navbera Parîs û Enqereyê de, di encama pêkanîna dewleta Tirk a xebatên lêgerîna jêderên enerjiyê li Deryayê Spî, hatin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi awayekî tund tevgerên dewleta Tirk di meha borî de rexne kirin, nexasim piştî bûyera ku bi keştiya Fransayê re rû daye û gotibû: “Fransa dewleta Tirk wek şirîkekê di pêşxistina Deryayê Spî de nabîne.”

Her wiha Enqereyê jî bi zimanekî tund bersiva wan daxuyaniyan dabû.

(şx)

ANHA