Li herêmên hikumeta Şamê bîlançoya Covid-19 giran dibe

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 62 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li herêmên hikumeta Şamê bîlançoya Covid-19 giran dibe
8 cotmeh, 2020   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 62 nexweşên nû yên vîrusa koronayê (Covid-19) li Sûriyê hatin tomarkirin û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê got, li Sûriyê heta niha 4 hezar û 566 kes bi vîrusê ketine û hejmara miriyan jî derket 215'an.