MSD'ê têkildarî teqînên li herêmên dagirkirî banga lêpirsîneke navneteweyî kir

MSD'ê got, komên çete ji teqînên ku li herêmên dagirkirî rû didin berpirsyar e û bang li desteyên navneteweyî kir ku derbarê van binpêkirinan de komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî ava bike.

MSD'ê têkildarî teqînên li herêmên dagirkirî banga lêpirsîneke navneteweyî kir
8 cotmeh, 2020   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), têkildarî teqîna mezin a ku beriya du rojan li bajarê Babê ya dagirkirkerî rû dabû daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Li bajarê Babê yê gundewarê Helebê yê bakurê Sûriyê teqîneke mezin rû da.  Otomobîlek bombebarkirî li nêzî rawestegeha otubusan û erebeyên kirê ya li naverasta bajar a di bin serweriya hêzên Tirkiyê û komên girêdayî wê de ye teqiya. Di encamê de bi dehan kes bûn qurbanî.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk berpirsyartiya van teqînan hildigirin ser komên tundraw. Piştî bangewaziyên dubare yên şêniyan li koman ku baregehên xwe ji gund û bajaran vala bikin teqîn zêde bûn. Li ser vê yekê kiryarên terorîst ên wan koman zêde bûn. Armanca wan hêz û rola xwe li bajarên dagirkirî vegerîne.

Em van kiriyarên newêrek şermezar dikin. Em bang li desteyên navneteweyî dikin ku komîteyeke lêpirsînê ava bike da ku lêpirsînên pêwîst veke û rastiya kesên li pey van teqînan in eşkere bike. Her wiha derfet ji komên tundrawî re neyê dayîn ku di hundirê bajar û gundan de bîminin û hemû cûreyên xwe yên binpêkirinên li dijî niştecihan ji revandin, qetilkirin, talakirin û diziya malan, koçberkirina niştecihên resen ên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk bîne. Her wiha diyardeya aloziya çek bi dawî bike."

ANHA