Jinên koçber ên Girê Spî dagirkerî şermezar kir

Jinên koçber ên Girê Spî bi çalakiyekî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin.

Jinên koçber ên Girê Spî dagirkerî şermezar kir
8 cotmeh, 2020   15:44
EYN ÎSA

Kongreya Star bi wesîleya salvgera yekemîn a dagirkirina kantona Girê Spî çalakiyeke li kampa koçberên Girê Spî li dar xist. Bi dehan jinên koçberên,

jinên di nava sazî û meclisên navçeya Eyn Îsayê, komîteyên jinan ên Reqa û Kobanê beşdarî çalakiyê bûn.

Jinan wêneyên şehîdan û pankartên li dijî dagirkeriyê vekiribûn.

Di çalakiyê de, bi navê Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê Maya Mensûr û Madlên Şêxo axivîn. Di axaftinan de sûcên dagirkeran ên li dijî gelên

herêmê, bi taybet li dijî jinan hatin şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li hemberî sûcên li herêmên dagirkirî têne kirin tevbigere û dagirkeriyê bi dawî bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nzjTsp1DHzs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>