`Fikrê rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e`

Jinan li bajarê Reqayê di panelekê de diyar kir ku firkê rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirna aloziyên Rojhilata Navîn e. Jinan bang li tevahiya gelan û rêxistinên hiqûqî kir ku helwesteke cidî li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin.

`Fikrê rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e`
8 cotmeh, 2020   13:11
REQA

Şervanên YPJ, endamên meclis û komînên jinan ên xetên bajêr û gundwarê wê tev li panelê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Sûriya Demorkratîk (MSD) Dilêr Xelîl axivî û got: “Rêbertî di dirêjahiya salên derbasbûyî de tê koşiya û têkoşîna xwe di girtîngeha Îmraliyê de didomîne. Ji ber fikrên wî yên ji bo çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn, tecrîda ku lê hatiye ferzkirin didome.”

Dilêr Xelîl destnîşna kir ku ku dewletên cîhanê û rêxistinên hiqûqî heta niha tu helwesteke cidî li hemberî binpêkirina mafên rêber Abdullah Ocalan nîşan nedaye. Dewleta Tirk heta îro hevdîtinên parêzer û malbatê lê qedexe dike. Ji ber ku fikrê wî wekî astengiyekî li pêşiya planên xwe dibînin.

Dilêr di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tecrîd û komploya ku li dijî rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin ji 21 salan ve berdewam e, lewre divê jin asta berxwedanê fireh bikin.

Piştre sînevîsyonek girêdayî berhemên têkoşîna ku rêber Abdullah Ocalan ji têkoşeran re xêz kiriye hate pêşendan.

Piştî panelê jinan daxuyaniyek da raya giştî. Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyne El-Şêx daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelên Rojhilata Navîn ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û hêviyên wê yên mêtînger û bikaranîna gelên bidest di nav şert û mercên dijwar de ne.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk êrişên xwe piştî dagirkirina axa Sûriyê fireh kirin û herêmên Lîbyayê dagir kirin. Ev jî nîşan dike ku dewleta Tirk dixwaze serfiraziyên osmaniyan vejîne û ji nû ve li gel bêdengiya navneteweyî Rojhilata Navîn dagir bike.

Rêveberiyê di berdewama daxuyaniya xwe de, bang li tevahiya dewletan û rêxistinên hiqûqî kir ku piştgiriya gelên herêmê bikin ji bo rûdana şerê cîhanê yê sêyemîn derbas bikim. Rêberiyê bi navê şêniyên Reqayê piştgiriya xwe bi rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan re rave kir.

Rêveberiya Jinan a Reqayê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Bi navê jinan li Reqayê em bang li tevahiya gelên cîhanê, dewletên cîhanê û rêxistinên hiqûqî dikin ku helwesteke cidî ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirk li dijî herêmê me dikin. Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û wî azad bikin. Em soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina asta têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan dikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DBVQb9BBtGE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>