Li Kobanê panela girêdayî azadiya rêber Ocalan dewam dike

Panela ku Akademiyên Civaka Demokartîk a herêma Firatê bi navê “Dem dema azadiya rêber Ocalan e” li dar xistiye, bi semîner û nîqaşên li ser fikrên rêber Ocalan ên girêdayî dozên herêmê dewam dike.

Li Kobanê panela girêdayî azadiya rêber Ocalan dewam dike
8 cotmeh, 2020   13:17
KOBANÊ

Panel beriya rojekê ji boneya salvegera komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan, tê lidarxistin ku di sala 1998`an de rêber Ocalan li paytexta Kenya Naîrobî hatibû binçavkirin.

Panela ji aliyê Akademiyên Civaka Demokartîk a herêma Firatê ve hatiye lidarxistin di saetên sibehê de li parka Ronî War a bajarê Kobanê dest pê kir. Semînera yekemîn a bernameya panelê girêdayî “Rastiya rêbertî di çareserkirina pirsgirêka Kurd” bû û cîgira Meclisa Edaletê ya Jinan a herêma Firatê Felek Yûsif bi rêve bir. Felek behsa rastiya firkên rêber Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de kir ku bêyî azadiya Ocalan çareserî ne pêkan e.

Felek her wiha îşaret bi komploya navneteeweyî ya li dijî Ocalan hatiye sazkirin kir û got: “Armanca komployê tunekirina hebûna kurdan di kesayeta rêber Ocalan de bû.”

Piştre endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Raniyar Heyder ji Almaniya bi rêya Skaype beşdar bû û wiha got: “Armanca komploya navneteweyî ya di kesayeta rêber Ocalan de, şikandina vîna gelê Kurd bû. Dewletên hegemon dizanîn ku fikrê Ocalan dê bandorê li tevahî cîhanê bike û dê xeteriyê li ser desthilata wan ava bike, ji lewra komplo saz kirin.”

Heyder da zanîn ku ew li dewletên Ewropayê kar dikin û hewl didin ku fikrên rêber Ocalan li civaka Ewropî belav bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo jî semînerek bi sernavê “rastiya rêbertî û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn” bi rêve bir û wiha got: “Bi rastiya rêbertî, pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser dibin û jin azadiya xwe bi dest dixin. Rêber Ocalan bi awayekî rasteqîn û pratîk bi rêya lêkolînên xwe li ser dîroka mirovahiyê, gihaşt çareseriyên mijarên cüda.”

Cozêf Lehdo destnîşan kir ku fikrên Ocalan û projeya netewa demokartîk çareya hemû şer û nakokiyên li Rojhilata Navîn e.

Panel bi semîner û nîqaşên beşdaran dewam dike. Her wiha dê du semînerên bi navên “projeya netewa demokatîk altirnatîfa modernîteya kapîtalîst” û “xeta rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî û nûjen” , werin dayîn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MeM7jAAs36Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>