Balyozê berê yê Siûdiyê li DYA`yê: Tirkiye, Îran û Qeter pirsgirêka Filistînê dirêj dikin

Baylozê  berê yê Erebistana Siûdî yê DYA’yê Tirkiye, Îran û Qeter tawanbar kirin ku temenê pirsgirêka Filistînê dirêj dikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Balyozê berê yê Siûdiyê li DYA`yê: Tirkiye, Îran û Qeter pirsgirêka Filistînê dirêj dikin
8 cotmeh, 2020   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê berê yê Erebistana Siûdî li Washingtonê Emîr Bender bin Sultan diyar kir ku Tirkiye, Îran û Qeter ji bo destkeftiyên din qezenc bikin, dixwazin aloziya li Filistînê dirêj bikin.

Bin Sultan di axaftina xwe ya li gel kanala El-Erebiye de diyar kir ku Hemas êdî bûye jêdereke sereke ya komkirina pereyan ji dewletên ku dixwazin temenê aloziyê dirêj bikin da ku deskeftiyên din bi rêya dewleta Tirk, Qeter û Îranê bi dest bixin.