Rejîma AKP`ê îtiraza têkildarî biryara ‘qedexeya hevdîtinê’ ya li Îmralî red kir

Îtiraza ji bo qedexeya hevdîtinê ya parêzeran a 3 mehan ji bo rêber Kurd Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda mutlaq de ye û sê girtiyên din ên li Îmralî hate redkirin.

Rejîma AKP`ê îtiraza têkildarî biryara ‘qedexeya hevdîtinê’ ya li Îmralî red kir
7 cotmeh, 2020   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Înfazê ya 2’yemîn a Bûrsayê di 23’ê Îlonê de biryara qedexekirina hevdîtina parêzerên rêber Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim a ji bo 6 mehan dabû.

Bihaneya vê qedexeya hevdîtinê jî cezayê hucreyan û “Nexşerêya” Ocalan a pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatibû kirin hat nîşandan.

Parêzerên Ocalan, li dijî biryara qedexeyê îtîrazî Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê dabûn. Dadgehê îtîraza parêzaran bi hêceta ‘Biryara qedexeyê ne li dijî rêbaz û yasayê ye’ red kir.