Di salvegera şehadeta Hevrîn de: Dagirker hewldana têkbirina hevgirtina civaka Sûriyê dike

​​​​​Bi boneya salvegera şehîdxistina Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef û eşkerekirina armancên artêşa Tirk li Sûriyê li Şedadê civînek li dar ket.

Di salvegera şehadeta Hevrîn de: Dagirker hewldana têkbirina hevgirtina civaka Sûriyê dike
Di salvegera şehadeta Hevrîn de: Dagirker hewldana têkbirina hevgirtina civaka Sûriyê dike
Di salvegera şehadeta Hevrîn de: Dagirker hewldana têkbirina hevgirtina civaka Sûriyê dike
Di salvegera şehadeta Hevrîn de: Dagirker hewldana têkbirina hevgirtina civaka Sûriyê dike
7 cotmeh, 2020   13:04
HESEKÊ

Bi rasthatina salvegera şehîdxistina Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef, Nivîsgeha partiyê li Şedadê bi gel re civiya.

Civîn li Nivîsgeha partiyê ya li navçeyê û bi beşdariya bi dehan şênî, saziyên sivîl û leşkerî li dar ket.

Destpêka civînê der barê kurtejiyana Hevrîn Xelef û têkoşîna heta gihaşt asta şehadetê raber, sinivîzyonek hate pêşandan.

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Partiyê ya Rêxistinî ya Şaxê Cizîrê Hejar Ebdo axivî û got ku armanca wan ji vê civînê û pêşandana sinivîzyonê ew ku rastiyê ji tevahiya gelê Sûriyê re zelal bikin û çawa ku dewleta Tirk û çeteyên wê siyasetmedar û têkoşeran dike armanc.

Hejar Ebdo da zanîn ku dewletên dijbertiyê dikin, di serî de dewleta Tirk ji biratiya gelan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirsin, ji ber vê yekê hewl didin hevgirtina Sûriyê bikin armanc û ji bo destwerdanê bikin, projeya neteweya demokratîk ku ji tevahiya cîhanê û Rojhilata Navîn re bûye mînak têk bibe, fitneyan di navbera pêkhateyan diafirîne.

Hêjayî bibîrxistinê ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike 12`ê Cotmeha 2019`an li ser rêya M4 ya di navbera Hesekê-Helebê êrişî erebeya Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef kirin û di encamê de Hevrîn şehîd xistin.

(eh)

ANHA