Li Zîqar a Iraqê baregehên partiyan hatin şewitandin

Hate ragihandin ku kesên nenas baregehên partiyan ên li bajarê Nasiriya ya Iraqê şewitandin.

Li Zîqar a Iraqê baregehên partiyan hatin şewitandin
6 cotmeh, 2020   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Alsumeraia ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên ji hêzên ewlehiyê ragihand ku çend kesên nenas li bajarê Nasiriyê yê parêzgeha Zîqar a Iraqê baregehên partiyan şewitandin.

Her wiha  diyar kir ku ji ber şewatê ziyanên madî gihiştin baregehan û tiştek bi kesekî nehat.