ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07- 10-2020`AN
6 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi diruşmeya "Yekrêziya refa Kurdî misogeriya azadiya gelê me û şikandina dagirkeriya Tirk a li ser xaka me ye" Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) xwepêşandanan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Hesekê û Qamişlo li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Navçeya Dirbespiyê bi merasîmekê li stada navçeyê du malbatan li hev tîne, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, merasîmê bîranîna şehîd Hevrîn Xelef li navçeya Şedadê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-TEV-DEM'ê, panelê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û salvegera êrişên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên gerîlayan ên herêma Cizîrê, li dijî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Kurdistanê daxuyaniyekê li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatparêzên herêma Cizîrê diyar kir ku keda rêber Abdullah Ocalan di perwerdekirina çîn û beşên civakê de mezin e, her wiha fikir û felsefeya wî çareya nakokî û şerên li Rojhilata Navîn in, Erdogan vê çareyê naxwaze ji lew re tecrîdê girantir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Şedadê destnîşan kirin ku hevgirtina gel têrê dike ku ji hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê re bibe bersiv û bang li civaka navneteweyî kir ku biryarên cidî li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê di êrişên xwe yên qirkirinê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de sûcên şer pêk anîn. Artêşa dagirker çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anîn û zêdetirî 300 hezar kes koçber kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Riyad Derar wiha got: "Destwerdanên Tirkiyê li Sûriyê ji bilî avakirina hêzên opozîsyonê ranaweste. Da ku ew hêz Itîlafa Sûriyê ya ji bo xizmeta siyasetên Tirkiyê dixebite têk bibe. Kesên di Itîlafê de mane li pereyan digirin û li piştevaniyekê digerin wan li pişta tanka Tirkiyê binîn ser desthilatê. Zirarên xwefiroşan di dema bûne çeteyên girêdayî Tirk û li Lîbya û Azerbêcan şer kirine de, zêde bûn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Rêber Abdullah Ocalan berî 22 salan di 9’ê kewçêra 1998’ê de neçar hate hiştin ku terka erda Sûriyê ku ji sala 1979’ê ve ye lê dijiya bike. Piştî Yunanistan, Îtalya û Rûsyayê wexta li welatekî Efrîkayê Kenyayê bû bi hevkariya îstixbarata Amerîka-Îngilistanê ji aliyê NATO’yê ve dîl hate girtin û 15’ê Sibata 1999’ê teslîmî dewleta Tirk hate kirin. Serokwezîrê Tirkiyeyê wê demê Bulent Ecewit, gotibû ez nizanim Abdullah Ocalan çima teslimi Tirkiyeyê hatiye kirin û diyar kiribû ku tu rola Tirkiyeyê div ê teslîmgirtinê de nîn e. Wekî Rêber Ocalan jî amaje pê dayî dewleta Tirk di vê komployê de tenê bi karê “gardîyaniyê” rabûye. (BI WÊNE).

JIN

- Ji ber rastî salvegera şehadeta Gurbetelli Ersoz tê, 7’ê Cotmehê wek Roja Rojnamagerên Jin a Kurdistanê hate ragihandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Saziya Olî ya Jinan a Kantona Qamişlo gotin, dewleta Tirk a dagirker bi navê îslamê sûcan pêk tîne, lê ola îslamê ji van sûcan dûr e. Jinan destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe isbat dike ku ew rûyê DAIŞ`ê yê duyemîn e(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandara YPJ`ê ya herêma Firatê Rosêl Mehmûd destnîşan kir ku piştî artêşa Tirk a dagirker sivîl yekser hedef girtin, neçarî koçberiyê bûn û got “Gelê me yên ku li hember dagirkeran li ber xwe da, dagirkerî qebûl nekir û li hemberî wê her şer dike."

CIVAK Û JIYAN

- Li herêma Cereh a bakurê navçeyê Tirbespiyê darên tûyê bejî gelek in, berên wê bi vîtamînan dewlemend e. Ji ber belavbûna wê ya zêde şênî berê xwe didin wir, tûyan biçinin û bixwin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA