Tecrîd û komploya navneteweyî li Til Rifetê hate şermezarkirin

Li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi sedan kes li dijî komploya navneteweyî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Tecrîd û komploya navneteweyî li Til Rifetê hate şermezarkirin
6 cotmeh, 2020   16:09
ŞEHBA

Bi pêşengtiya Kongreya Star, bi sedan şêniyên navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi meşekê komploya navneteweyî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Til Rifetê dest pê kir û di nava kolanên sereke yên navçeyê de dewam kir. Meşvanan posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê berz kirin.

Meş li çerxerêya Til Rifetê ya naverasta navçeyê rawestiya. Li vir deqeyeke rêz hate girtin, piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîda Henan axivî, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Bi navê şêniyên navçeya Til Rifetê, bi navê jinan, em dibêjin ji dagirkeriyê re na, ji tecrîdê re na, bes e faşîzm, dema dema azadiyê ye. Dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmê hewl dide fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk bike hedef. Em ê nehêlin ku dagirker planên xwe pêk bînin û em ê berxwedanê bidomînin."

Endama Koordînasyona Meclisa Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Riweyda Îbrahîm jî got, têkoşîna wan berdewam e heta azadiya rêbertî û avakirina civakeke exlaq û polîtîk berdewam e.

Çalakî bi silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i7KgO9Dlqm0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>