Kongreya jinên ciwan bi nirxandina rewşa rêxistinî didome

Kongreya 4'emîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nirxandina rewşa rêxistinê ya jinên ciwan û nîqaşkirina gelek mijarên girêdayî jinên ciwan didome.

Kongreya jinên ciwan bi nirxandina rewşa rêxistinî didome
6 cotmeh, 2020   15:46
QAMIŞLO

Kongreya 4'emîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya "Bi rêxistinbûnkirina jinên ciwan em ê dagirkeriya têk bibin", li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo didome.

Di kongreyê de mêvan axivîn û rapora xebatên yekitiyê yên du salên dawî de hate xwendin û nîqaşkirin.

Berpirsa dîwana kongreyê Dilê Berkel li ser rewşa rêxistinî ya yekitiyê ji ANHA'yê re axivî û got: "Rewşa du salên dawî di aliyê kar, pirsgirêkên civakê û hêza jinên ciwan a li hemberî van pirsigêrkan, zewicandina zarokan asta bisînorkirina wê de hatin nîqaşkirin."

Dilê Berkel destnîşan kir ku "Mijara qetilkirin, întîhar, tecawizkirina jinan jî di kongreyê de hatin nîqaşkirin. Divê Yekitiya Jinên Ciwan xwe bighîne hemû jinan da ku ev pirsgirêk bisînor bibe. Ji ber vê yekê ji biryarên ku di kongreya me de werin standin ew e ku xwe bighîhin hemû jin û jinên ciwan ê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Dilê Berkel îşaret pê kir ku rêxistinkirina Yekitiya Jinên Ciwan wê berfireh bibe û derfeteke zêdetir ji bo perwerdeyê were vekirin.

Dilê bal kişand ser pêngava "Ne ji dagirkeriyê re, ne ji qetilkirina jin û zarokan re" û wiha domand  "Em ê pêngava xwe berfireh bikin, ji ber ku Tirkiyê dema êriş dike, di serî de ciwanan dike hedef. Ji ber ku bi ciwanan civak pêş dikevin û mejî ji zihniyeta desthilatê rizgar dibe."

Dilê Berkel di dawiya axaftina xwe de got: "Nîqaş û pêşniyarên derbarê mijarên girêdayî jinên ciwan û çi ji bo demê bê were kirin de, didomin."

Kongrê bi nirxandina rewşa rêxistinî didome. Piştre dê rêziknameya yekitiyê were erêkirin û meclisa nû were hilbijartin.

Di dawiyê kongreyê de dê plansaziya Yekitiya Jinên Ciwan were eşkerekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1VD2VpATIDI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>