Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû

Kongreya 4'emîn a Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giritina biryaran û hilbijartina encamên meclisa giştî bi dawî bû.

Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
6 cotmeh, 2020   17:22
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya 4'emîn bi diruşmeya "Bi rêxistinbûna jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin" bi beşdarbûna 550 delgeyan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan ê Qamişlo li dar xist.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftin ji aliyê mêvanan ve hate kirin û perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê jinên ciwan û rola wan di civakî de hatin xwendin.

Di kongreyê de rapora xebatên du salên borî yên Yekitiya Jinên Ciwan hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin. Piştre rêziknameya yekitiyê hate êrkirin û 35 endamên Meclisa Yekitiya Jinên Ciwan hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de biryar hatin girtin. Ji wan biryaran;

-Mezinkirina asta têkoşînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

-Ji bo belavkirina sîstema neteweya demokratîk bi hemû aliyên wê di konfederaliya demokratîk de pêşengtî were kirin.

-Konferansa jinên ciwan li ser asta Sûriyê were lidaristin û têkildarî têkoşîna li dijî zewicandina zarokan û tundiya li ser jinan panel werin lidarxistin.

-Di çarçoveya şerê gelê şoreşger de çalakî werin birêxistinkirin.

-Ji bo parastina şoreşê û pêşxistin û rêxistinkirina karê saziyan, li dijî zihniyet û feraseta baviksalarî têkoşîn bê kirin.

-Ji bo pêşxistin û rêxistinkirina karê jinên ciwan navenda jinên ciwan a Sûriyê were vekirin.

-Li dijî hemû cûreyên despotî û dagirkeriyê têkoşîna çalak were kirin.

-Li hemberî hemû cûreyên şerê taybet ku dagirkeriya Tirk li ser ciwanan dimeşîne xebat were meşandin û rêgeza şaristandiya demokratîk were pêşxistin.

-Bi rihê tolhildan û fedayetiyê têkoşîna rizgarkirina herêmên dagirkirî were kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4_Ols-eZy84" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>