Jinên ku tev li meşa dirêj bûne: Rêber Abdullah Ocalan mîmarê aştiyê ye

Meşvanên jin ên meşa dirêj a Kongreya Star a Efrînê, tecrîda girankirî ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe rabin.

Jinên ku tev li meşa dirêj bûne: Rêber Abdullah Ocalan mîmarê aştiyê ye
5 cotmeh, 2020   10:03
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX-MÎDYE HENAN

Kongreya Star li herêma Efrînê di çarçoveya pêngava “Êdî bes e dagirkerî, dem dema parastina destkeftiyên şoreşê ye”, meşeke dirêj organîze kir û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û salvegera 22`yan a komploya Navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir.

Meşê roja şemiyê (3`yê Cotmehê) dest pê kir. Di roja duyemîn de berê xwe da gundê Til Şiîr û di roja sêyemîn de dê bigihêjin navçeya Fafînê.

Jinên ku tev li meşa dirêj bûne, nêrînên xwe parve kirin û şopandina rêya rêber Abdullah Ocalan piştrast kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe yên mirovî û hiqûqî bînin cih.

Jina bi navê Koniya Hesûn got: “Bi navê jinên Efrînê û Kongreya Star ji bo serok Ocalan em tev li meşê bûn. Em bêdengiya hêzên cîhanî li hemberî sûcên ku ji 21 salan ve li dijî serokê me tê kirin, şermezar dikin.”

Koniya wiha domand: “Ji bo serokê xwe em ê her tiştî bikin. Heta ku ji me were xwestin em ê canê xwe jî feda bikin. Em ê li qadan bin heta ku serokê me azad dibe.”

Desthilata Tirk tecrîdek giran li rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û ji Tebaxa 2019`an ve hevdîtinên wî bi parêzeran re qedexe kirine. Di hefteya borî de hevdîtinên parêzeran heta 6 mehên din jî qedexe kirin.

Şêniya bi navê Hesret Xelîl da zanîn ku ev du roj e ew li  qadan in, armanca wan hevdîtinên dîlgirtiyan bi malbatên wan re pêk werin.  Hesret rêxistinên mafên mirovan muxatab girt û got: “Gelo mafên mirovan li ku derê ne? Kanî mirovahî?”

Jina bi navê Zêneb Elî jî piştrast kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan ew her tim amade ne û wiha domand: “Azadiya wî azadiya me ye. Serok banga mafên gelê xwe kir, kesek zulm nekir. Lewre em jî zulmê li ser wî qebûl nakin.”

Zêneb bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erk û berpirsyariyên xwe bînin cih.

Jina bi navê Emel Mihemed jî Komploya Navneteweyî ya ku di 9`ê Cotmehê de li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye şermezar kir û got: “Ruxmî dîlgirtina serok, lê nikarin wî ji dilê me derxin. Ji ber ku em dizanin ku ew mîmarê aştiyê ji bo tevahiya gelan e."

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lJu1e-jvxEQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>