Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Dêrazorê nasnameya endameke xwe ku li ser erka xwe şehîd bûbû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekê eşkere kir
5 cotmeh, 2020   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endama xwe eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de diyar kir ku Şêxa El-Elewî li bajaroka El-Kesra dema erka xwe ji bo parastina ewlehiyê herêmê û sivîlan pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdê wiha ye:

Nav û Paşnav: Şêxa El-Elewî

Navê bav: Ewad

Navê dayikê: Wedha

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Hesekê-Mergedê, 1994

Cih û dîroka şehadetê: El-Kesra, 03.10.2020

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniyê de got: “Em destpêkê sersaxiyê ji xwe û malbeta Şêxa El-Elewî re dixwazin û piştrast dikin ku li ser bingeha parastina rewa em ê şopdarên rêya şehîdan bin û nirxên edaletê biparêzin û ewlehiyê li herêmên xwe bisepînin.”

ANHA