Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê îro ji bo şermezarkirina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi nêzîkbûna salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re meşiyan.

Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan
Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan
Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan
Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan
Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan
Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan
Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan
Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan
Şêniyên Minbicê di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de meşiyan
5 cotmeh, 2020   12:30
MINBIC

Meş bi tevlêbûna bi hezaran şêniyan, endamên saziyên sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî ji Çerxerêya Mîzan a li rojavayê bajêr dest pê kir.

Beşdarên meşê, wêneyên şehîdan, alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan, alên ciwanan hildan.

Meş li kolana Wadî  rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got: “Dewleta Tirk tevahiya pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike û sûcên der exlaqî li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Ji wê zêdetirî qada sûcên xwe fireh kir û mudexeleya Iraq û Lîbyayê kir. di vê dawiyê de nakokiya di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de bi zanabûn gur kir.”

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi zanabûn siyaseta asîmîlekirinê li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî meşand da ku demografiya wê biguhere.

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Ezab Ebûd îşaret pê kir ku salek di ser êrişa hovane û wêranker a dewleta Tirk a li dijî herêmê re derbas bû û got: “Van sûcan li gel bêdengiya navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan rû dan. Civaka navneteweyî agirbest û tu lihevkirinên din ên di navbera aliyên navneteweyî de hate îmzekirin, dabîn nekir.”

`HEDEFGIRTINA VÎNÊ`

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di axaftina xwe de da xuyakirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina Serêkaniyê û Girê Spî vîna gel û jiyana hevbeş kir hedef û wiha dewam kir: “Îro hîna em xwediyê vînê ne û hîna li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.”

Şervan Derwîş da zanîn ku dewleta Tirk ê ku parastin û piştgiriya gelê Sûriyê îdia dike, tenê gelê Sûriyê bi kar tîne da ku berjewendî û timayên xwe pêk bîne.

Şervan di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya gelên herêmê kir ku berxwedanê berdewam bikin û vîna xwe xurt bikin da ku destkeftiyên şoreşê biparêzin.

‘BERXWEDAN DÊ BI SER BIKEVE’

Endama Meclisa Jinan a Minbicê û gundewarên wê Rîm Derwîş axivî û diyar kir ku ew bawer dikin ku berxwedan dê bi ser bikeve û dê Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bibin.

Di dawiya meşê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo axivî û got Erdogan dagirkirina welatê Ereban careke din û vejandina Împaratoriya Osmanî armanc dike. Ji ber wê mudaxeleya Sûriyê, Iraq û Lîbyayê kir, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, şêniyên wê dan koçberkirin û demografiya wê guhertin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encamê de bi sed hezaran şêniyên resen koçber bûn û her du herêm hatin dagirkirin.

(şx)

ANHA