Komeleya Xoybûn… destpêka têkoşîna hevbeş a Kurdan

Komeleya Xoybûn cara yekemîn di dîroka Kurdan a nûjen de rêgezên pêşîn ên têkoşîna gelê Kurd a hevpar danîn û yekitî di navbera hêzên Kurdan de ava kir. Têkoşîna ku vê komeleyê dest pê kiriye, hîna heta roja me ya îro berdewam e.

Komeleya Xoybûn… destpêka têkoşîna hevbeş a Kurdan
5 cotmeh, 2020   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hewldanên pêkanîna yekitiya Kurd ku di vê serdemê jî didomin, ne ji îro de ev hewldan têne kirin, lê belê kokeke xwe ya dîrokî heye. Yek ji van hewldanan jî avakirina komeleya Xoybûn di sedsala derbasbûyî de bû.

Di sala 1925`an de şoreşa Şêx Seîd li Bakurê Kurdistanê bi bin ket. Dewleta Tirk asta hovîtiya xwe ya li dijî gelê Kurd zêde kir. Lîderên şoreşê darve kirin, bajar û gundên Kurdan şewitandin, siyaseta asîmîlekirinê li herêmên Kurdan meşand.

Der barê rewşên beriya avabûna Xoybûnê de, nivîskar û lêkolîner Dilawer Zengî got: “Piştî binketina şoreşa Şêx Seîd sala 1925`an, desthilata Tirk siyaseta çewisandinê li dijî gelê Kurd da meşandin. Rewşenbîr, siyasetmedar û welatparêz girtin. Bajar û gundên Kurd kirin hedef û bi hezaran niştecihên wê dan koçberkirin û komkujî li dijî gelê Kurd pêk anî.”

Ji ber siyaseta ku dewleta Tirk, gelek siyasetmedar, welatparêz û rewşenbîrên Kurd berê xwe da Sûriye, Iraq û Ewropayê. Têkidarî vê yekê Zengî ev tişt got: “Piraniya kesên ku koçber bûne, siyasetmedar, welatparêz û rewşenbîr bûn. Li Sûriyê gihaştin hev. Biryara vejandina komele û rêxistinên ku berê li Bakurê Kurdistanê bûn, da. Di 5`ê Cotmeha 1927`an de li mala dostê gelê Kurd Papaziyanê Ermenî li bajarê Bihemdon ê li Lubnanê kom bûn.”

Dilawer Zengî di nav gotinên xwe de behsa kesayetên ku tev li civînê bûn, kir û wiha dewam kir: “Yên ku tev li civînê bûne, heman kesên ku ji hovîtiya dewleta Tirk reviyabûn. Axa, welatparêzên ku di civaka Kurd de navdar bûn. Rewşenbîr, siyasetmedar, ronakbîr û şêx bûn. Mîna malbata Cemîl Paşa, Bedirxan Paşa û malbata Şêx Seîd. Civîn bi avakirina komeleya Xoybûn tacîdar bû.”

Her wiha Zengî destnîşan kir ku di civînê de Celadet Bedirxan wek serokê komeleyê û 13 kesên din wek endamên komîteya rêveberiyê hatin hilbijartin û wiha domand: “Piştî avabûna komeleyê, têkilî bi şoreşger û welatparêzên Kurd hemûyan re, çi li hundir yan jî derveyî Kurdistanê, hatin danîn.”

ARMANCÊN KOMELEYÊ

Li gorî çavkaniyên dîrokî yên heyî, di civînê de biryarên girîng girêdayî yekitiya tevger û rêxistinên Kurd ên berbelav, danîna plansaziyekê ji bo domandina têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk hate danîn û ji wan biryaran:

1- Jiholêrakirina tevahiya rêxistinên Kurd ên heyî û sazkirina rêxistineke Kurd a nû ku ji tevahiya endamên berê pêk tê û derî li pêşiya tevlêbûna endamên din were vekirin.

2- Dirêjkirina dema şer û şoreşan li dijî hikumeta Tirk heta ku leşkerek li Kurdistanê nemîne.

3- Beriya destpêkirina şoreşeke giştî divê ev tişt li ber çavan werin girtin;

*Naskirina rewşa êlên Kurd û diyarkirina fermandarekî giştî ji wan re.

*Çekdarkirina tevahiya leşker û efseran bi baştirîn cureyên çekan.

*Avakirina baregeheke asê li çiyayên Kurdistanê yên bilind ji bo fermandaran û diyarkirina fermandarekî giştî ji şoreşê re.

4- Avakirin yan jî danîna têkiliyên biratiyê bi dewleta Îran û gelê Faris re.

5- Avakirina têkiliyên baş bi hikumetên Sûriye û Iraqê re.

KOMELEYA XOYBÛN DI DEMA TÊKOŞÎNA XWE DE ÇI BI DEST XIST

Nivîskar û lêkolîner Dilawer Zengî îşaret bi rêzedestkeftiyên girîng ên ku komeleya Xoybûn di dema têkoşîna xwe de çi li ser asta leşkerî yan jî siyasî yan jî çandî bi dest xistine, kir û ev nirxandin kir: “Komeleya Xoybûn, wek sîwanekê ji şoreşa Agiriyê re bû. Bi tevahiya rêbazên piştgiriya wê hate kirin. Biryar hate dayîn ku fermandarê leşkerî yê serhildanê Îhsan Nûr Paşa be. Çek were peydakirin û ji wan re bê şandin. Propagendaya siyasî û dîplomatîk ji şoreşê re bê kirin. Cara yekemîn bû ku tevahiya hunermendên gelê Kurd ji bo şoreşê û şoreşgerên Kurd distirîn.”

Zengî wiha pê de çû: “Piştî firehbûna şoreşa Agirî, navenda şoreşê li çiyayên Ararat bi serkêşiya Îbrahîm Paşa Heskî (Huskî) hate avakirin. Îbrahîm Paşa berpirsê birêxistinkirina şoreşa Agirî li Bakurê Kurdistanê bû. Biryara piştgiriya Ararat hate standin, ji bajarê Cerablusê bigire heta bigihêje çemê Dîcle li herêma Eyn Dîwarê. 6 navendên leşkerî ji bo piştgiriya Îhsan Nûrî Paşa hatin avakirin.”

Der barê wan navendan de Zengî ev agahî dan: “Li Kobanê navenda leşkerî bi rêveberiya malbata Bozan Şahîn Beg û Osman Sebrî bû. Li herêma Serêkaniyê bi rêveberiya malbata Îbrahîm Paşa Milî bû. Li herêma Dirbêsiyê malbata Cemîl Paşa bû. Li Tirbespiyê malbata Haco, li herêma Dêrikê malbata Celadet Bedirxan û Şêx Seîd bû. Lê mixabin dewleta Tirk bi planê hesiya û 5 navend derbasî Bakurê Kurdistanê nebûn, tenê navenda Kobanê karî derbas bibe, rastî êrişên dijwar hat û di encamê de vekişiya.”

SEDEMÊN HILWEŞÎNA KOMELEYA XOYBÛNÊ

Ruxmî ku komeleyê gelek destkeftiyên dîrokî di têkoşîna xwe ya leşkerî, siyasî û çandî de bi dest xistin, lê armancên xwe ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker ji Bakurê Kurdistanê pêk neanîn.

Der barê sedemên binketina komeleyê de Dilawer Zengî ev agahî parve kirin: "Gelek sedemên binketina komeleyê li ser astên hundirîn û derve hene. Yek jê ew bû ku dewleta Tirk bi tevahiya rêbazan hewl dida komeleyê berbelav bike. Ji bo wê efû derdixist da ku nakokiyan di navbera endamên komeleyê de derxe. Sala 1928`an efûyek derxist, gelek endamên komeleyê xwe radestî rejîma Tirk kir. Piştî hilweşîna şoreşê sala 1930`an, valahiyek çêbû. Lewra endamên komeleyê êdî şaşiyên hev du derxistin holê. Di encamê de nakokî di navbera endamên komeleyê de çêbûn, piştre karê komeleya Xoybûnê bi paş de çû.”

Têkildarî girîngtirîn sedemên hundirîn ku di encamê de Komeleya Xoybûn binket Zengî diyar kir ku hinek endamên komeleyê, bi hilweşîna şoreşê re berjewendiyên wan jî tune bûn, ji ber ku piraniya wan axa bûn û wiha domand: "Nakokî di navbera malbatên avakarên Xoybûnê de derketin. Celadet Bedirxan serokatiya komeleyê terk kir, piştî ku birayê wî Kamîran Bedirxan jê hate dûrxistin."

 (şx)

ANHA