Wezîrê ragihandinê yê Yemenê banga mudaxeleyê li civaka navneteweyî kir

Wezîrê ragihandinê yê Yemenê Muemer El-Iryanî bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez mudaxele bike û zextê li Hûsiyan bike da ku dorpêça li ser parêzegeha Taî bi dawî bibe.

Wezîrê ragihandinê yê Yemenê banga mudaxeleyê li civaka navneteweyî kir
5 cotmeh, 2020   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê ragihandinê yê Yemenê Muemer El-Iryanî topbarana domdar a bi çekên giran ji hêla koma Ensarellah a Hûsiyan ve ya alîgirên Îranê, li dijî jîngehan li Taîzê şermezar kir.

El-Iryanî diyar kir ku Hûsiyan di çarçoveya siyaseta cezakirina komî de li dijî şêniyên Taîzê yên ku li dijî wan sekinîne, jîngehên Taîzê topbara dikin.

Wezîr destnîşan kir ku ew ji ber bêdengiya civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) û nûnerê wê yê Yemenê Martin Griffiths li hemberî topbaranê ya ku bi “sûc û binpêkirinan” wesifand ku digihêjin asta sûcên şer, matmayî maye.

El-Iryanî banga mudaxeleya yekser û çalak kir da ku zext li Hûsiyan were kirin ji bo ku sûcên xwe rawestînin û dorpêça li ser parêzgeha Taîzê li gorî lihevkirina Swêdê bi dawî bikin.

Têkildarî heman mijarê balyozê Erebistana Siûdî yê li Yemenê Mihemed El-Cabir û nûnerê navneteweyî Martin Griffiths roja yekşemê pêşketina ku di  pêkanîna Lihevkirina Riyadê de hatiye bidestxistin, nîqaş kir.

 (şx)