'Azerbêcanê beriya çend mehan ve bi dewleta Tirk re amadekariyên şer dikir'

Sekreterê çapemeniyê yê Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Artsron Hovhannesyan diyar kir ku şer li seranserê xeta sînorê di navbera Qerebax û Azerbêcanê de berdewam dike û destnîşan kir ku Azerbêcanê beriya çend mehan ve bi dewleta Tirk re amadekariyên şer dikirin.

'Azerbêcanê beriya çend mehan ve bi dewleta Tirk re amadekariyên şer dikir'
5 cotmeh, 2020   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Artsron Hovhannesyan di hevpeyvîneke li gel toreya El-Erebiyê Net de da zanîn ku li gorî şopandina şer li ser erdê diqewime, ew dikarin vê wek şerekî berfireh bi nav bikin û got: "Bakû berî çend mehan ve yekser bi tevlêbûna dewleta Tirk amadekariyên vî şerî dike. Ev tişt jî di ziyaretên dubare yên rayedarên Azerbêcan û dewleta Tirk ên perwerdeyên leşkerî yên hevpar de diyar bû."

Hovhannesyan diyar kir ku dewleta Tirk bi destekdayîna balafirên şer û balafirên bêpîlot ji artêşa Azerbêcanê re kete nava şer. Hovhannesyan bi bîr xist ku tevî pêşketinên meydanî li ser erdê, Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê hemû tedbîrên pêwîst girtine da ku ji nû ve dan û standinên ji bo nakokiya herêma Qerebaxê dest pê bikin.