Rojnameyên Erebî: El-Esed xebatên Komîteya Destûrê têk dibe û aloziya Lubnanê li benda hilbijartinên Amerîkayê ye

Rojnameyên erebî yên îro der barê helwesta hikumeta Şamê a der barê xebatên Komîteya Destûrê de nivîsîn, her wiha geşedanên li Iraq û Lubnanê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên Erebî: El-Esed xebatên Komîteya Destûrê têk dibe û aloziya Lubnanê li benda hilbijartinên Amerîkayê ye
5 cotmeh, 2020   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: "NA"YÊN EL-ESED XEBATÊN KOMÎTEYA DESTÛRÊ TÊK DIBIN

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokê Sûriyê Beşar El-Esed ew atmosfera erênî ya daxuyaniyên şandêrê navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen diyar kiribû, têk bir, piştî ku rêzexetên sor ku nabe komîteya destûrê (makezagon) wan derbas bike, diyar kirin.

El-Eset di hevdîtineke bi Zvezda TV a Rûsyayê re got şandeya welatê wî di hevdîtinên komîteya destûrê de mijarên girêdayî aramî û ewlehiya Sûriyê gotûbêj nake.

El-Esed Tirkiye tawanbar kir ku destwerdaana xebatên komîteyê dike û got ku şandeya aliyê din ji aliyê Tirkan ve hatiye avakirin.

Serokê Sûriyê got "Tirkiye û dewletên alîgirên wê, wekî Amerîka û hevlbendên wê, guh nadin xebatên komîteya destûrê, her wiha ew dixwazin dewleta Sûriyê qels û parçe bikin." û tekez kir ku Sûriyê van rêbazan napejirîne û der barê mijarên girêdayî aramiya welat de diyalogê nake.

Ta niha dema hevdîtinên û yên komîteya destûrê nehatiye diyarkirin, şandêrê navdewletî di hevdîtineke bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergay Lavrov re got: "Heta niha demeke diyar bo civîna nû tune ye, lê em ê der barê mijarê de xebatan dewam bikin."

Rejîma Sûriyê ji destpêkê ve ne dilgerm bû der barê karên komîteya destûrê de ku aliyê hevalbendê wê Rûsyayê be hatiye pêşniyarkirin, lê rejîmê di bin bandora fişaran de tev li vê hewldanê bûye.

Çavdêr dibêjin ku helwesta Rûsyayê ji xebatên komîteyê hatiye guhertin, eger ne wiha bûya, El-Esed dernediket û behsa xetên sor nedikir.”

ŞERQ EL-EWSAT: KOMÊN ÇEKDAR DITIRSIN KU ÊRÎŞ LI DIJÎ FERMANDARÊN WAN PÊK BÊN

Der brê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Li gorî agahiyan, ev bêdengiya li Bexdayê niha heye ku hew moşekên katyûşa ber bi balyozxaneya Amerîkayê ve têne avêtin, encama wê yekê ye ku hin hişyarî gihaştine fermandarên komîn çekdar."

EL-BEYAN: LUBNAN… ERKDARKIRINA HETA HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ RAWESTIYAYE

Der barê geşedanên Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Hefteya yekemîn derbas bû, piştî ku Mistefa Dîb xwe erkdariya avakirina hikûmetê vekişand, niha rewş pir şêlû ye, mirov nikare behsa senaryoyeke diyar bike. Lewma niha rewşa bendêmayînê ye û lêbendêmayîn jî giran e, lê çareyeke din tune.”