'Qada azadiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bûye'

Beşdarên panela duyemîn a MSD’ê ku li bajarê Reqayê hate lidarxistin, destnîşan kir ku qada azadiya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî mezin berfireh bûye.

'Qada azadiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bûye'
5 cotmeh, 2020   06:46
REQA-EMAR ABDULETÎF

Di dirêjahiya 10 salên aloziya Sûriyê de tevahî hewldanên çareserkirina siyasî têk çûn. Lê belê îro bi girtina rêgeza diyaloga sûrî-sûrî wek zemîna çareseriya siyasî hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di derketina gelek nêrînên siyasî de bi encam bûn.

Beşdarên panela duyemîn a MSD'ê ya li Reqayê got: "Qada azadiya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bû."

Endamê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratî Mihemed Ebûd destnîşan kir ku di van panelan de ku gelek kesayetên civakî û payebilind amade bûne de, diyalogeke nîştimanî û zelal tên lidarxistin û tevahî nêrînên siyasî yên bi hedefa çareserkirina siyasî ji aloziya Sûriyê ya bêyî destwerdana derve tên nîqaşkirin.

Siyasetmedar û endamê Yekitiya Rewşebîrên Reqayê Abdurehman Îsa got di panelê de hemûyan li ser redkirina çi hêzeke leşkerî li ser xaka Sûriyê li hev kir û diyar kirin: "Bi rêya diyaloga yekser a şêniyên Sûriyê û li ser xaka wê û bêyî destwerdana tu aliyekî derve bi awayekî baş bi rê ve diçe."

Siyasetmedarên Reqayê panelan erênî nirxandin û da zanîn ku ev pêngaveke avaker a ber bi bidawîkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna berjewendiyên Sûriyê bêyî destwerdana derve ye.

MSD’ê bi beşdarbûna bi sedan ji çînên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzepanelan li dar dixe. Di wan panelan de behsa rewşa herêmê, Rêveberiya Xweser û rêbazên pêşketina wê tên nîqaşkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5GbS6tFzXWU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>