Balafirgeha Bexdadê careke din bi moşekan hate hedefgirtin

Dezgehên çapemeniyê yên  Iraqê diyar kirin ku duh derengiya şevê herêmên nêzî balafirgeha Bexdadê ya navneteweyî hatin hedefgirtin.

Balafirgeha Bexdadê careke din bi moşekan hate hedefgirtin
5 cotmeh, 2020   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ewlekariyê ya Iraqê ji Sumariya News re ragihand ku duh derengiya şevê 2 moşek li nêzî balafirgeha Bexdadê ya navneteweyî ketin.

Duşema derbasbûyî di encama ketina moşekeke katyûşa li ser maleke ya herêma El-Ridwaniyê li nêzî balafirgeha Bexdadê de 5 kes mirin û hinek jî birîndar bûn.

Beriya bi demekê Washingtonê gef li hikumeta Iraqê xwar ku ew ê balyozxaneya xwe bigir, ji ber ku hikumeta Iraqê nikare derdora balyozxanê û şandeyên dîplomatîk ji êrişan biparêze.