​​​​​​​Rejîma Îranê kolberek birîndar kir

Li herêma Banê leşkerên rejîma Îranê gule li kolberan reşandin û di encamê de kolberek birîndar bû.

​​​​​​​Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
2 cotmeh, 2020   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li îro  li herêma Seuranbend a Baneyê leşkerên Îranê rasterast karwanek kolberan gulebaran kiriye. Di gulebaranê de kolberê bi navê Idrîs Barzan ê 45 salî birîndar bû. Kolberê birîndarbûyî ji Pîranşarê ye.

Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) di meha Îlonê de di êrişên leşkerên Îranê de 6 kolber û kasibkaran jiyana xwe ji dest dabûn û 18 kes jî birîndar bibûn.