Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê

Meşa dirêj a ciwanên şorşeger a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku vê sibehê ji Qamişloyê destpê kir, gihaşt navnçeyaTirbespiyê.

Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Tirbespiyê
2 cotmeh, 2020   17:50
QAMIŞLO

Ji bo şeremzarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya pêngava KCK'ê ya bi diruşmeya "Bes e tecrîd, dagirkerî û faşîmz, dem dema azadiyê ye", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke dirêj ji Qamişlo ber bi Dêrikê ve dan destpêkirin. 300 ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din beşdarî meşê bûn.

Meşa ku vê sibeha ji bajarê Qamişloyê dest pê kir, gihaşt navçeya Tirbespiyê.

Ciwan li çerxerêya Azadî ji aliyê şêniyên navçeyê ve hatin pêşwazîkirin.

Meş dê sibe sibeha ber bi bajarê Dêrikê ve dewam bike.

Li gorî komîteya rêxistinkirina meşê, meş wê 3 rojan dewam bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kA9m35qHLxY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>