Bob Menendez: Divê dewleta Tirk ji ber sûcên xwe were muhasebekirin

Senatorê Demokrat ê DYA’yê Bob Menendez got divê rêveberiya DYA’yê mîna ku tê xwestin li ser reftarên Enqereyê re di serdema Recep Tayyîp Erdogan de bide û bistîne.

Bob Menendez: Divê dewleta Tirk ji ber sûcên xwe were muhasebekirin
29 îlon, 2020   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Menendez endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreyê ye û avakerê qanûna hevalbendiya ewlehî û enerjiyê ya Rojhilata Navîn e. Mendez ji malpera The Greek Current re axivî.

Menendez wiha got: “Têkiliya di navbera Kongre û rêveberiya DYA’yê de gelekî nakok e. Ji ber ku rêveberiya Amerîkayê, dewleta Tirk ji ber mudaxeleyên wê di ava herêmî ya Yewnanistan û Qibrisê de muhasebe nake.”

Menendez wiha domand: “Ev tiştên ku her tim dixwazim bala rêveberiyê bikişînim ser; em nikarin mîna ku hêvî dikin bi dewleta Tirk re bidin û bistinîn. Divê em li hemberî wê di serdema Erdogan de tev bigerin.”

Bob Mendez metirsiya xwe ji serbilindiya Trump bi têkiliyên xurt bi Erdogan re rave kir û got: “Trump bi têkiliya xwe ya xurt bi Erdogan re serbilind e, xuya ye ku ew ji têkiliyên bi zordaran re kêfxweş e.”

(şx)