‘Divê jin di siyasetê de bi berfirehî bixebitin da ku ji aloziyan re çareseriyan bibînin’

Di kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê hat destnîşankirin ku divê jin di qada siyasetê de bi berfirehî bixebitin da ku xwe bigihînin çareyan ji aloziyê Sûriyê re û herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, rizgar bikin.

‘Divê jin di siyasetê de bi berfirehî bixebitin da ku ji aloziyan re çareseriyan bibînin’
‘Divê jin di siyasetê de bi berfirehî bixebitin da ku ji aloziyan re çareseriyan bibînin’
‘Divê jin di siyasetê de bi berfirehî bixebitin da ku ji aloziyan re çareseriyan bibînin’
‘Divê jin di siyasetê de bi berfirehî bixebitin da ku ji aloziyan re çareseriyan bibînin’
‘Divê jin di siyasetê de bi berfirehî bixebitin da ku ji aloziyan re çareseriyan bibînin’
29 îlon, 2020   10:45
QAMIŞLO

Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê ya li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê bi axaftinên mêvanan berdewam e.

Piştî axaftina hevseroka Meclisa Jinan a PYD’ê Ayşe Hiso, Hêvî Seyid bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê axivî û wiha got: "Têkoşîna jina Kurdistanê tevahî planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî civak û jinan, êrişên herêmî û navneteweyî yên li dijî vîna jinan şikandin. Her wiha jinên di Meclisa Jinan a PYD’ê de ked ji bo siyasetê bi zîhniyeta jin û vîna azad da."

‘DIVÊ XEBAT JI BO TÊKBIRINA PLANÊN DAGIRKERIYÊ BÊ KIRIN’

Remziye Mihemed bi navê Kongreya Star kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê pîroz kir û piştrast kir ku hêza jinan dê zîhniyeta desthilatdar a ku bi her awayî hewl dide jinan ji bikaranîna siyaset û dayîna nêrîna xwe bi dûr bixwe, biguherîne. Divê jin ji bo mecala siyasî û xwerêxistinê bixebitin da ku bigihînin çareseriyan ji aloziya Sûriyê re û rizgarkirina herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Mihemed axivî û wiha da zanîn: "Merheleya ku herêm tê re derbas dibe pir girîng e, destwerdanên herêmî û navneteweyî hene. Ji lew re heta ku em xwedî nêrîn bin, divê ji bo têkbirina tevahî planan bixebitin. Ji ber dewletên dîktator di destpêka êrişên xwe de jin û şoreşa Bakur û Rojhilata Sûriyê hedef girt. Jinên li van herêman her tim bûn hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê, bo nimûne Hevrîn Xelef, Hebûn, Zehra, Dayika Eqîde û bi hezaran şervanên YPJ’ê."

Rêvan Mihemed bi navê Koordînasyona Gaziyan tevahiya şervanên jin ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne bi bîr anîn û got: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahiya waran de nesaxim warê leşkerî tê koşiya. Li Rojhilata Navîn û cîhanê bû nimuneya jina berxwedêr. Zîhniyeta kapîtalîzmê ya ku rê li pêşiya bikaranîna jinê mafên xwe digirt, şikand.”

Rêvan di nava gotinên xwe de hêvî kir ku kongre encamdar be, ji pirsgirêkên jinan re bibe bersîv û biryarên wê ji tevahiya rêxistinên jinan re bibin perspektîf.

Kongre bi xwendina rapora salane ya Meclisa Jinan a PYD`ê didome.

(fr-şx)

ANHA