Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
29 îlon, 2020   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku bi muwekîlê xwe re sibê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzer Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’yê Gulana 2019’an, 12-18’ê Hezîrana 2019’an û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn.

Ji 7’ê Tebaxê ve parêzeran 106 serlêdan kirin, lê heta niha bersiva serlêdanên wan nehatine dayîn.