Çavkaniyên ji Lîbyayê: Di civînên li Misirê de tu lihevkirin nehatine îmzekirin

Çavkaniyên lîbyayî yên nêzî nûnerên şandeyên Lîbyayê ku tev li civînên li bajarê Xerdeqeyê li Misirê dibin, got bingeha dan û standinan yekkirina saziyên leşkerî bû, lê heta niha tu lihevkirin nehatine îmzekirin.

Çavkaniyên ji Lîbyayê: Di civînên li Misirê de tu lihevkirin nehatine îmzekirin
29 îlon, 2020   08:22
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Çavkaniyên Lîbyayî di daxuyaniyeke taybet de ji ANHA`yê re piştrast kir ku ji bo ku rê li pêşiya mudaxeleya derve bê girtin û biryarên Konferansa Berlînê pêk bên, însiyatîfa Qahîreyê lêvegera bingehîn a dan û standinan e.

Li gorî pêşbiniya hinek çavkaniyên nefermî yên Lîbyayî, di civîna Xerdeqeyê de heta niha her du aliyan li hev nekiriye.

Çavkaniyên lîbyayî piştast dikin ku nûnerên Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê û hikumeta Wîfaqê li bajarê Xerdeqeyê yê Misirê li hev dicivin da ku aloziya Lîbyayê çareser bikin.

Li gorî heman çavkaniyan, komîteyên leşkerî yên Lîbyayê yên her du aliyan li Xerdeqeyê ne û hewl didin hêzekê ava bikin da ku avaniya hikumeta demkî ya li Sirteyê biparêzin.

 (şx)