‘Qirkirina Ermenan bi destê dewleta Tirk berdewam e’

Bijîşk Îbrahîm Qerekoliyan destnîşan kir ku gelê Azerbêcanê dûrî şer e ku dewleta Tirk li dijî Ermenistanê dest pê kiriye. Her wiha Qerekoliyan diyar kir ku ev êriş di çarçoveya qirkirina Ermenan û firehkirina dagirkeriyê mîna li Sûriyê û Lîbyayê de ye.

‘Qirkirina Ermenan bi destê dewleta Tirk berdewam e’
29 îlon, 2020   08:06
KOBANÊ

Der barê şerê bi çekên giran li ser sînorê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê ya li herêma Qerebaxê de, bertek zêde dibin.

Îbrahîm Qerekoliyan bijîşkekî Ermen e û li taxeke bajarê Kobanê dimîne. Di encama komkujiyên Osmaniyan ên li dijî Ermenan de, di destpêka sedsala borî de mezinên wan koçberî Sûriyê bûne.

‘DEWLETA TIRK ŞER Û NAKOKIYÊ DI NAVA GELAN DE ÇÊDIKE’

Bijîşk Qerekoliyan da zanîn ku tu nuqteyên nakok di navbera gelên Azerbêcan û Ermenistanê de tune ne. Lê israra dewleta Tirk a piştevaniya hikumeta Azerbêcanê û afirandina nakokiyan di navbera gelan de ku sûdê jê wergire, bi xwe re encamên neyînî û şerê li herêma Qerebaxê anî û dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk li dijî Ermenan hê jî didome.

Qerekoliyan wiha domand: "Hewldanên dewleta Tirk ên ferzkirina li ser rûberên deryayî li Deryaya Spî bi bin ketin. Her wiha li Lîbyayê tu pêşketin di demên dawîn de çênekirin. Îro jî di çarçoveya mêtingeriyê de nakokiyê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de bi rêya şandina bi hezaran çeteyên sûrî ji herêmên dagirkirî pêk tîne. Lê gelê Azerbêcanê şerê bi cîranê xwe re naxwaze."

Ajansa fermî ya hikumeta Ermenistanê Armenpress wiha daxuyandibû: "Dewleta Tirk 4 hezar çeteyên sûrî ku Enqereyç ji herêmên ku li bakurê Sûriyê dagir kirine veguhastin da ku beşdarî êrişa Azerbêcanê ya li dijî Ermenistanê bibin."

Roja yekşemê, Ermenistanê li ser zimanê serokwezîr Nîkol Paşinyan seferberî li welat ragihandibû.

Ev şer ligel tevahî bangên navneteweyî û herêmî ya rawestandina şerê li herêma Qerebaxê ku tê de zêdetirî nîv milyon welatî dijîn, pêk hat ku nêzî 30 sal e li ser vê herêmê nakokî hene.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Ine48Lj2FA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>