Eyşe Hiso: Jinan roleke sereke di pêkanîna guhertinê de lîst û bandor li xebata siyasî kir

Eyşe Hiso di kongreya Meclisa Jinan a PYD`ê de diyar kir ku projeyek li ser neteweya demokratîk ava bûye û ji destpêka damezirandinê ve, jin roleke sereke di guhertinê de dilîzin û bandorê li karê siyasî dikin.

Eyşe Hiso: Jinan roleke sereke di pêkanîna guhertinê de lîst û bandor li xebata siyasî kir
29 îlon, 2020   08:55
QAMIŞLO

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso di kongreya duyemîn a Meclisa Jinan a PYD`ê de ku îro li bajarokê Rimêlanê li pêk tê, axivî.

Eyşa Hiso got: “Jinan ji bo bidestxistina mafên xwe gavên mezin avêtin û fedakariyên bêhempa dan û berxwedaneke ku ji tevahiya cîhanê re bû nimûne, nîşan da. Ji ber wê li ser bingeha erka exlaqî divê em têkoşerên mîna Şîlan, hevalên wê, Hevrîn Xelef, dayika Aqîde, Zîlan Ereb endamên partiya me û şehîdên Kongreya Star Zehra, Hebûn û dayika Emîne bi bîr bînin. Wan hemûyan canê xwe ji bo doza jinan feda kir.”

‘HEKE YEKITÎ PÊK NEYÊ, BAYÊ PARÇEBÛNÊ DÊ LI HERÊMÊ BIXE’

Eyşa axaftina xwe wiha domand: “Divê em jî li vî welatî yê ku ji ber mudexeleyên derve temenê aloziya wî dirêj bû, dîrokê çêbikin. Heke em vegerin destpêka aloziyên Rojhilata Navîn, ji Tunirês bigire heta bigihêje Misri û Sûriyê, ji ber nakokiyên berjewendiyên cîhanê li Rojhilata Navîn careke din aliyên cuda derketin. Cudahî û dijberî di navbera siyasetên cihanê de li Rojhilata Navîn destpê kirin û lûtkeya wan nakokiyan li Sûriyê bû û ew jî asta nakokiya xwîndar zêde kir.”

Eyşa Hiso behsa ajandeyên dewletên sponserên terorê li Sûriyê kir, di sêrî de dewleta Tirk, ku sînorên xwe yên başûr li pêşiya komên çeteyan vekirin, bi armanca ku demografiya herêmên li ser sînor biguherîne. Eyşe da zanîn ku di encama wan siyasetên kirêt û binpêkirinan de, alozbûna nakokiya di navbera hikumeta Şamê û opozîsyonê de, pêwîstî bi xeteke sêyemîn hebû û PYD xwedî li vê xetê derket.

Her wiha Eyşe Hiso di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Ji bo parastina bajarên Sûriyê û binesaziya wê ji wêraniyê û tunekirina pêla terorê, rêveberiyên xweser li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin rûniştandin. Lê dewleta Tirk ji vê yekê aciz bû û çeteyên xwe şandin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.”

Eyşe Hiso piştrast kir ku pêvajoya heyî ya ku herêm tê re derbas dibe gelek hesas û xeter e. heke pêkhateyên herêmê nebûn ye, dê bayê wêraniyê û parçebûnê li herêmê bixe.

‘KONGRE DI VÊ DEMÊ DE GELEKÎ GIRÎNG E’

Têkildarî lidarxistina kongreyê Eyşe got: “Lidarxistina kongreyê di vê pêvajoya dîrokî de gelekî girîng e. Em ê mijarên girîng ên girêdayî mafên jinan, rola wê, destkeftiyên ku bi destxistine, meclisa wê ya giştî di nav PYD`ê de û projeya biratiya gelan nîqaş bikin. Meclisa Jinan a PYD`ê hewl da rola jinê di civakê de vejîne. Têkilî bi tevahiya rêxisitnên jinan re li ser asta Rojhilata Navîn ava bike da ku wekheviyê pêk bîne, astengiyên siyasî, aborî, civakî û fikrî yên li pêşiya rizgarkirina jinan, derbas bike.”

Eyşa wiha pê de çû: “Ji destpêka damezirandina partiyê ve, me rola jinan di pêkanîna guhertinê de û bandora wê li ser xebata siyasî bi taybet ku partiya me neteweya demokratîk ji xwe re dike bingeh, piştrast kir. Jinê gelek fedekarî dan hate ku gihaşt vê astê û di tevahiya qadan de bê westan cih girt.”

Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku kongre mijarên tundiya li dijî jinan û sûcên ku li dijî wan têne kirin, çawaniya çalakkirina rola jinan di tevahiya waran de, rakirina tevahiya astengiyên ku di civakê de rastî wê tên, werin nîqaşkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iYymbxSh4As" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>