Li Qamişlo newekheviya nirxên derman azarên şêniyan zêdetir dike

Nirxên dermanan li dermanxaneyên bajarê Qamişlo ji hev cûda ne. Şênî bang li aliyên têkildarî dikin ku nirxên dermanan kontrol bike. Li ser vê, Hevserokê Yekitiya Dermansazan diyar kir ku wan komîteyek ava kiriye da ku dermanxaneyan bişopîne û nirxên dermanan kontrol bike.

Li Qamişlo newekheviya nirxên derman azarên şêniyan zêdetir dike
Li Qamişlo newekheviya nirxên derman azarên şêniyan zêdetir dike
Li Qamişlo newekheviya nirxên derman azarên şêniyan zêdetir dike
Li Qamişlo newekheviya nirxên derman azarên şêniyan zêdetir dike
29 îlon, 2020   06:19
QAMIŞLO – LÎLAV DÎWANÎ

Aloziya aborî ya ji ber gelek sedeman xwe li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz dike. Ev alozî ne tenê di aliyê buhabûna nirxên madeyên sereke ye, di heman demê de pêwîstiyên tenduristiyê û derman buha bûne. Ev yek azarê şêniyên zêde dike. Ji ber ku hin dermansaz ne li gorî buhayê ku Yekitiya Dermansazan diyar kirine dermanan difroşin.

'DERMANXANE BÛNE WEKÎ DIKANÊN BAZIRGANIYÊ'

Şêniyê bi navê Mehmûd Sifûk ê ji Qamişloyê nerazîbûn nîşanî kesybaziya hin dermansazan û buhabûna nirxê dermanan nîşan da û diyar kir ku di demekê de ku civak ji ber nebaşbûna rewşa jiyanî azaran dikişînin, nirxê derman li dermanxaneyan ne yek e û got: "Ji sibehê de ez di nava dermanxaneyan de digerim da ku dermanê tayê bikirim, lê mixabin dermanxane bûne wekî dikanên bazirganiyê û buhayê dermanan ji her dermanxaneyekê ji yên din cûda ne."

Sifûk bang li aliyên têkildarî kir buhayê derman kontrol bike û li hemû dermanxaneyan bike yek.

Şêniya bi navê Gulnaz Esed jî got: "Buhabûna bilind a dermanan ne bes e, pirsgirêka cûdabûna nirxê dermanan derketiye ku azarê me zêdetir kir. Ev dermanê di destê min de berê bi 500 lîreyên Sûrî bû niha 3 hezar lîre derbas kir."

Gulnaz ji ber keysbaziyê acizbûna xwe anî ziman û wiha domand: "Ji ber rewşa jiyanî ya xirab û buhabûnê em dikin bixeniqin. Nirxê derman çiqas bilind be jî em neçarin bikirin."

Gulnaz Esed bang li aliyên pêwendîdar kir ku dermanxaneyan bi awayekî asayî bişopînin da ku karibin keysbaziyê bi sînor bikin.

Hevserokê Yekitiya Dermansazan a bajarê Qamişlo Dr. Xalid Dawud sedema newekheviya nirxê derman li dermanxaneyan spart ku dermansaz karê xwe baş bi rêve nabin, lê kesên ku bawername di warê tenduristiyê de girtine ji bo vî karê erkdar kirine. Dawud destnîşan ku ev yek di aliyê firotina derman û nirxên wê gelek pirsgirêkan derdixîne û şatiyên tibî xeteriya herî mezin e.

Dawud diyar kir ku di Yekitiya Dermansazan de komîteya çavdêrî û kontrolkirinê ji 3 bijîşkan û alîkarek heye, erka vê komîteyê çavdêriya xebatê dermanxaneyan saetên kar û nirxên dermanan bike.

Dawud da zanîn ku di hefteya borî de li bajarê Qamişloyê 15 dermanxane ji ber binpêkirinên bi 25 hezar lîreyên Sûrî hatin cezakirin û bi bîr xist ev ceza piştî binpêkirina duyemîn û hişyariyê yekitiyê hat. Her wiha got: "Heke binpêkirinên dewam bike û dermansaz li gorî nirxên ku yekitiyê diyar kiriye tevnegere dê dermanxane were girtin."

Hevserokê Yekitiya Dermansazan a Qamişlo Xalid Dawud bang li şêniyan kir ku bi yekitiyê re bibin alîkar û heke dermansaz keysbaziyê bikin li yekitiyê gilî bikin da ku rê pirsgirêka jihevcûdabûna nirxê derman bi sînor bibe.

ANHA