′Armanca hemleya me girêdana jinên ciwan bi têkoşînê ve ye′

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê wiha got: "Jinên ciwan bi rêjeyeke mezin tev li hemleya me bûn. Nexasim ku çalakiyên li dar dikevin, êş û hêviyên jinan temsîl dikin. Ji lewra em her tim hewl didin jinan bi rêxistin bikin, zana bikin û li dijî şerê taybet wan bi têkoşîn û berxwedanê ve girê bidin."

′Armanca hemleya me girêdana jinên ciwan bi têkoşînê ve ye′
29 îlon, 2020   07:18
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX

Hemleya ku Jinên Ciwanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê dawiyê bi dirûşmeya "Na ji faşîzmê re, na ji hemû rengên tundiyê re, na ji hemû rengên dagirkeriyê re" derxistiye, girêdana jinan bi berxwedanê û têkoşîna fêmînîzma demokratîk re ye.

Ji aliyekî din ve, hemle zanakirina jinên ciwan li hemberî kiryarên şerê taybet ê dewleta Tirk  a faşîst  ku bi taybetî jinan dike hedef, da ku li hemberî wî şerî bisekinin.

Girêdayî girîngiya vê hemleyê bi taybetî di vê demê de, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê û endama komîteya amadekar a hemleya jinên ciwana Gulê Cimo ji ANHA`yê re wiha axivî: "Ev hemle pêwîstiyeke girîng e, bi taybetî li gel şerê biyolojî û belavbûan vîrusa Koronayê li cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku vê yekê, rengên tundiya ji aliyê civakê û malbatê ve li ser jinan zêde kir."

Gulê wiha domand: "Em gelek mînakên tundiya devkî, tecawizkirin û xwekuştina jinan dît. Ji ber ku zext di asteke bilind de li ser jinan pêk tê, ji lewra me bi îsrar dest bi vê hemleyê û hemleyên din ên zanakirin û birêxistinkirina jinên ciwan kir. Jin di nava dewletên netewî de dijîn, tevî ku gelek qanûnên girêdayî azadî û mafên jinan hene jî, lê belê li pişt van qanûnan tundî li ser jinan pêk tê. Ev tundî encama zihniyeta baviksalar a klasîk e."

Gulê her wiha îşaret bi çalakiyên ku li dar xistine û planên pêşerojê yên hemleyê kir û wiha got: "Me di çarçoveya hemleyê de meş li dar xistin û daxuyanî da. Me xwest çalakiyên cur bi cur li dar bixin, wekî wênexêziya li ser dîwaran, lidarxistina çalakiyên hunerî li sûkdan bi awayekî zindî û pêşandanên din ku nameyên jinan digihînin civakê. Her wiha çalakiyên çandî, hunerî û werzîşê û di nav de festîval, hatin lidarxistin."

Gulê Cimo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên ciwan bi rêjeyeke mezin tev li hemleyê bûne, ji ber ku dixwazin li dijî van binpêkirinan çalakiyan li dar bixin, nexasim çalakiyên ku êş û hêviyên wan temsîl dikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WaAMLLAHOd8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>