Şêniyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan

Piştî ku çeteyan ser malên gund de girt û gelek ciwan revandin, şêniyên gundê Qatuf ê li başûrê Serêkaniyê yê dagirkirî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşiyan.

Şêniyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
27 îlon, 2020   13:02
HESEKÊ

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku di xwepêşendana li gundê Qatuf ê li başûrê Serêkaniyê de, şêniyan nerazîbûna xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li djiî herêmê rave kir. Her wiha piştrast kirin ku ew bi temamî hebûna çeteyan di gund de red dikin û banga derxistina wan ji gundan kir.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên ‘Suleyman Şah’ bi ser gund de girt û gelek ciwan revandin, ji ber wê şênî li dijî wan derketin.

Her wiha çeteyan beriya çend rojan bi ser malên gundê Qatufa Başûr de girt, 5 kes revandin û zêdetirî hezar û 500 dolar dizîne.

Çavkaniayn diyar kir ku çeteyan kesên revandî ber bi cihekî nediyar ve birine.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f-X4zJlUzVw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>