Welîd Muelim: Dewleta Tirk bi hezaran terorîstên biyanî derbasî Sûriyê kir

Serokwezîr û Wezîrê Derve yê hikûmeta Şamê Welîd Muelim got, rejîma Tirk ji piştevanî terorê yê bingehîn li Sûriyê û herêmê ye xwe ferz dike û destnîşan kir ku bi deh hezaran terorîstên biyanî derbasî Sûriyê kir û hîna tevahiya cureyên destekê pêşkêşî Cebhet El-Nusra dike.

Welîd Muelim: Dewleta Tirk bi hezaran terorîstên biyanî derbasî Sûriyê kir
27 îlon, 2020   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Welîd Muelim di civîna dewreya 75`an a Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî.

Muelim got: “Dema em behsa piştgiriya terorê û bikaranîna wê dikin, rejîma Tirk ji piştevanî terorê yê bingehîn li Sûriyê û herêmê ye xwe ferz dike. Ev rejîm derbasbûna bi hezaran terorîstên biyanî ji Sûriyê re hêsan kir û hîna tevahiya cureyên destekê ji Cebhet El-Nusra û rêxistinên din ên terorîst re pêşkêş dike ku xwîna gelê Sûriyê rijand, siyaseta asîmlekirinê dimeşînin û şêniyên resen ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî didin koçberkirin.”

Muelim got, dewleta Tirk bi rêya qutkirna avê ya bi zanabûn cezayeke komî li dijî milyoneke sivîl li bajarê Hesekê û gundên dora wê bi kar anî û wiha domand: “Dewleta Tirk av li ser Hesekê qut kir. Ev yek xeteriyeke li ser jiyana sivîlan li gel belavbûna pandemiya Koronayê. Li gorî qanûna navneteweyî ev sûcekî li dijî mirovahî û sûceke şer e.”

Welîd Muelim diyar kir ku dewleta Tirk xwediyê heman fikrê sûcdar ê terorê ye ku dema di 2017’an de terorê av li ser Şamê qut kiriye û bi milyonan sivîl bê av hiştiye. Lê hember jî kesên idîaya mafên mirovan dikin bê deng in.

(şx)