‘Divê lihevkirina kurdî-erebî li hemberî êrişên dewleta Tirk were xurtkirin’

Şêniyên navçeya Çilaxa pişrast kir ku pêdivî bi xurtkirina lihevkirina kurdî-erebî heye ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekine.

‘Divê lihevkirina kurdî-erebî li hemberî êrişên dewleta Tirk were xurtkirin’
‘Divê lihevkirina kurdî-erebî li hemberî êrişên dewleta Tirk were xurtkirin’
‘Divê lihevkirina kurdî-erebî li hemberî êrişên dewleta Tirk were xurtkirin’
27 îlon, 2020   12:57
QAMIŞLO

Ji rêzecivînên ku Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a herêma Cizîrê li dar dixe, îro li Hola Navenda Çandê ya Çilaxa bi beşdariya bi dehan şênî û endamên saziyên civaka sivîl ên Kurd û Ereb, civînek li dar xist.

Di civînê de endamê rêveber a PYD’ê Abduselam Ebas destnîşan kir ku herêma Rojhilata Navîn di qonaxeke hesas re derbas dibe, her wiha hin hêz hewl didin hegamonyaya xwe li ser gelan bi taybet gelên li Rojhilata Navîn ferz bikin, ji nav jî dewleta Tirk e ku destwerdanê li gelek dewlet û herêman dike, bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Abduselam Ebas got merheleya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe pêdiviya xwe bi lihevkirina di navbera pêkhateyên herêmê de heye, di serî de jî lihevkirina kurdî-erebî û wiha domand: "Di destpêka şoreşê de gelên Kurd û Ereb bi hev re li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê sekinîn."

Abduselam Ebas bal kişand ser pêdiviya sekna li dijî siyaseta hikumeta Şamê û şaneyên wê yên ku hewl didin fitneyê di navbera pêkhate û şêniyên herêmê de derxin. Her wiha Ebas diyar kir ku divê piştevanî û piştgiriya QSD’ê bikin ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin  û wiha bi dawî kir: "Divê em dûrî fikrên siyasî û partîyetî yên teng bin û xebata xurtkirina rêxistina leşkerî ya bi nûnertiya QSD’ê bikin."

(fr)

ANHA