​​​​​​​`Divê em piştgiriya pêngava KCK`ê bikin`

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso piştrast kir ku pêngava ku KCK`ê daye destpêkirin, erkek ji bo parastina mafên gelê Kurd û pêkanîna azadiya wî ye. Her wiha pêwîstiya piştgiriya vê pêngavê û sekinandina li hemberî dagirkeriyê hate destnîşankirin.

​​​​​​​`Divê em piştgiriya pêngava KCK`ê bikin`
17 îlon, 2020   02:23
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso girêdayî pêngava ku KCK`ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê û azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Na ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re dem dema azadiyê ye” daye destpêkirin, axivî.

Naso got: “Ev pêngav gelek girîng e nexasim ku herêm di pêvajoyeke dîrokî û hesas re derbas dibe. Beriya çend rojan 12`ê Îlona 1980`an salvegera derbeya leşkerî ya Tirkiyê bû. Di wê derbeyê de kurd rastî hovantirîn êrişan hatin. Ev êriş bi armanca qirkirina Kurdan heta niha berdewam in.”

GIRÎNGIYA PÊNGAVÊ DI VÊ DEMÊ DE

Naso dibêje ku ragihandina KCK`ê vê pêngavê di vê dema dîrokî û hesas de gelek girîng e bi taybet ji ber ku ev pêvajo ji bo Kurdan, pêvajoya hebûn û nebûnê ye.

Naso wiha gotinên xwe domandin: “Helbet em rêzdariyê ji tevahiya partiyên Kurd re digirin, lê mixabin hinek partî ji bo parastina welêt û heta parastina gelê Kurd bi erkên xwe ranebûn. Heta niha kêmasî hene. Em dibînin ku hinek Kurd di xeta ortê de ne, biryara xwe negirtine bê ka tev li şoreşê bibin an an. Hewldanên hovane ji bo qirkirina kurdan li Rojhiata Navîn hene. Dewletên herêmî û cîhanî li hemberî binpêkirinên li dijî mirovahiyê bê deng in, mîna li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî rû daye û herî dawî li Heftenînê rû daye.”

Li gorî Naso ev pêngav gelek girîng e ji ber ku şoreşa gel diparêze û bang li partiyên siyasî dike ku tev li şoreşê bibin, ji ber ku şerê heyî li dijî hemûyan e û wiha pê de çû: “Îro ji ber ku ev pêngav maf û azadiya gelê Kurd li ser asta çar parçeyên Kurdistanê diparêze, em piştgiriya wê dikin.”

PÊWÎSTIYA PIŞTGIRIYA PÊNGAVÊ

Her wiha Mihemed Naso diyar kir ku axa Kurdistanê ji gelek serdeman ve hatiye dagirkirin. Ev dagirkirin berdewam e, armanc jî kolekirina gel e. Lewre xeterî li ser Kurdistanê heye.

Naso piştrast kir ku bi saya vîna gel û israra wî dê planên dijmin binkevin û dê azadiya xwe bi dest bixin.

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Mihemed Naso destnîşan kir ku pêwîst e gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û divê partî piştgiriya pêngavê bikin da ku li hemberî dagirkeriyê bibin yek.

Naso di nav gotinên xwe de diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd şopdarê rêya şehîdan be. Di vê pêvajoyê de bi saya şehîdan, doza Kurd li ser asta navneteweyî bûye mijara nîqaşê.

Beriya ku Mihemed Naso gotinên xwe bi dawî bike da zanîn ku divê gel gel projeya netewa demokratîk bi pêkhate û netewên din re parve bike û kêmasiyan derbas bike. Her wiha fikrê Rêveberiya Xweser li Rojava belav bike û têkiliyan li Rojhilata Navîn bi gelê Ereb û tevahiya pêkhateyên din re xurt bike.

Naso di dawiyê de girîngiya pêngava ku KCK`ê daye destpêkirin piştrast kir û got ew amade ne piştgiriya vê pêngavê bikin.

(şx)

ANHA