Şaredariyên gel projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin

Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebata xwe berdewam dikin û xizmeta welatiyan dikin.

Şaredariyên gel projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin
Şaredariyên gel projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin
Şaredariyên gel projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin
Şaredariyên gel projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin
Şaredariyên gel projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin
Şaredariyên gel projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin
Şaredariyên gel projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin
Şaredariyên gel projeyên xizmetguzariyê berdewam dikin
16 îlon, 2020   09:27
NAVEND NÛÇEYAN

Şaredariya Gel a bajarokê Xeranîc ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi piştgiriya Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan ên Meclisa Sivîl a Dêrazorê karê sererastkirina rêyên di navbera gund û bajarokên gundewarên rojhilatê Dêrazorê de didomîna û dê heta rêya giştî ya Dêrazor-Reqayê berdewam bike.

Piştî sererastkirina rêya Ebû Hemam heta bi Hecînê û Behrayê hat bidawîkirin, dest bi rêyên bajarokê Xeranîc heta bi bajarokê Teyanê kir. Dirêjahiya rê derdora 40 km e.

Hevserokê Şaredariyê Siûd Mihemed da zanîn ku beriya niha Şaredariya Xeranîc karên sererastkirina kanalîzasyonên rêya giştî bi dawî kirin. Her wiha Mihemed spasiya piştevaniya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan ji bo sererastkriina rêyên li rojhilatê Dêrazorê kir.

PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ YÊN ŞAREDARIYA HELWA YA LI TIRBESPIYÊ

Şaredariya Gel a bajarokê Helwa ya navçeya Tirbespiyê ji ber vîrusa Koronayê xebata xwe rawestandibû û niha dest bi kar kir.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Helwa Salih Hisên destînşan kir ku wan li gundên Til Şeîr, Beyandor û gundê Helwa Şêx bi dirêjahiya 2 km dest bi pêkanîn û temamkirina projeya kanalîzasyonê kir û lêçûna derdora 35 milyonên lîreyên Sûriyê ye.

Mihmed bal kişand ser ku ji bo sererastkirina rêyên gundê Hasûd û gundê Riheya mûnaqeseyek çêkir, li gel vê wekî rewşeke awarte hin rêyên gundê Xiwêtla, Til Cîhan, Werîha û Beyandor hatin qîrkirin û rêya ji gundê Til Berhem ku tê re rêya navneteweyî(rodko) derbas dibe hat sererastkirin.

Mihemed Salih da zanîn ku tevahî plansaziyên salane ku  şaredariyê diyar kirine pêk bînin.

DESTEYA ŞAREDARIYAN A HERÊMA EFRÎNÊ XWESETEKÊN GEL BI CIH TÎNE

Li herêma Efrînê nexasim ku demsala Havînê ber bi dawîbûnê ve diçe, Desteya Şaredariyan karên xwe berdwam dike, ji ber di meha derbasbûyî de li gorî derfetên xwe xwestekên gel bi cih anîn.

Ji karên di meha borî de hatine kirin, reşandina derman û dezenfektekirina rêy û qadên giştî, her wiha reşandina klorê li cihên çop û kanalîzasyonan.

Ji bo peydakirina avê ji şêniyan re, her dem kar berdewam e, torên avê têne sererastkirin û her 15 rojan carekê tê tehlîlkirin, tevahî jenerator û hilmij jî tên sererastkirin.

RONÎKIRINA GUNDÊ KEFER NAYA

Li gundê Kefer Naya yê kantona Şehbayê 3 jenerator hatin danîn û karîna her yekî ji wan 2 hezar û 200 ampîr e, li gel vê 10 stûn li gund hatin danîn, da ku kehrebe bigihîje malên li derdora gund. Bi vî awayî ji sedî 95 kantona Şehbayê hate ronîkirin. Li gel vê torên kehrebeyê û gelek jenerator hatin sererastkirin û alavên hinan hatin guhartin û jeneratorên 6 wesayitên giran û erebeyan hatin sererastkirin.

(eh)

ANHA